Li Efrînê di nav de zarokek keç 9 kes hatin revandin

Li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve hatiye dagirkirin di nav de zarokek keç bi giştî 9 kes hatin revandin.

Navenda Nûçeyan - Li Efrînê dewleta Tirk 9 kes revandin û di nav wan kesên ku hatine revandin de zarokek keç ya 15 salî jî heye.

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku leşkerên artêşa Tirk 16’ê Tîrmehê 7 şênî li nêzî gundê Zerê yê bajarokê Bilbilê yê Efrînê revandin. Navê yek ji wan Hesen Elî Elî ku 28 salî ye û ji gundê Eyn Hecerê ye û şêniyên din ji bajarê Helebê ne. Heman çavkaniyan eşkere kir ku kesên revandî birine girtîgeha gundê Aşka yê li Cindirêsê ku di bin kontrola çeteyên “Sultan Suleyman Şah” û “El Emşat” de ye û îşkence li wan hatiye kirin.

Zarokek keç hat revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên “Polîsên Leşkerî” 12’ê Tîrmehê zaroka bi navê Esmehan Mihemed a 15 salî li taxa Mehmûdiye ya Efrînê revandiye.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk 7’ê Tîrmehê şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Mihemed Ebdo ê 42 salî yê ji gundê Avrazê yê bajarê Mabetayê li taxa Mehmûdiye li kolana dibistana pîşeyî revandiye û heta niha agahî jê nîn in. Revandina şêniyan li Efrînê bi hincetên cuda berdewam in, armanc jî wergirtina fîdyeyê ye.