Li Efrînê di 6 salan de 10 hezar kes hatin revandin û 463 kes hatin qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê tekîldarî binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê raporek amade kir. Hat diyarkirin ku di nava 6 salan de 10 hezar kes hatin revandin, 463 kes hatin qetilkirin û 142 jin jî rastî êrişa zayendî hatine.

Navenda Nûçeyan-Di nava 6 salan de li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî  de ye herî kêm 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 463 kes hatin qetilkirin û 142 jin jî rastî êrişa zayendî hatin. Rêistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî mijarê raporek amade kir û ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re şand. 

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn-Şehbayê Roşîn Hido têkildarî mijarê bi ANHA’yê re axivî. Roşîn Hido da zanîn ku li Efrînê her cureyên êrişan tên kirin û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî jinên ciwan bi rêya gefxwarinê tên zewicandin û radestî komên çeteyan tên kirin. Zarokên keç tên revandin û ji bo berdana wan fîdyeyên mezin ji malbatên wan dixwazin. Dewleta Tirk hewl dide tola DAIŞ’ê hilîne. Rêxistina Mafên Mirovan (HRW) piştî 6 salan di 26’ê sibata 2024’an de rapora xwe parve kir û cara ewil got ku li Efrînê êrişên dermirovî tên kirin.”