Li Efrîna dagirkirî cenazeyê jinekê hat dîtin
Li ser rêya bajarê Efrîn-Ezaz a bajarê Efrîna dagirkirî cenazeyê jinekê hat dîtin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2023/12/20231210-20231210-20230126-20220803-20220317-20210609-images-2020-efrin-jpg-webp3789ab-image-jpg88bd4b-image-jpg5bb129-image-jpg5c54db-image-jpg3a8c47-image-jpgbcfe5d-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li Efrînê ku ji sala 2018’an ve ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, ewlehiya jiyanê ya jinan nîne. Di dawiyê de cenazeyê jineke ku navê wî nehat zanîn li nêzî gundê Kefercen ê navçeya Şera ya Efrînê li ser rêya Efrîn-Ezazê hate dîtin.
Di nûçeya malpera Afrin News 24 de têkildarî detayên bûyerê ti agahî nehatin bidestxistin.