Li Efrîn Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes dîl hatin girtin
Di sala 2023’an de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku di bin dagirkeriya Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wî de ne, 419 kes hatin dîlgirtin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Belgekirin û Hiqûqê ya Binpêkirina Mafên Mirovan rapora xwe ya der barê revandina komî ya li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî de eşkere kir.
Li bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2023’an de 419 kes dîl hatin girtin.