Li Efrîn malbatek hat hedef girtin

Hêzên paramîlîter ên Tirk li Efrîn malbatek hedef girtin. Kesek hat kuştin û jinek bi giranî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan  Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku roja Pêncşemê 13’ê Mijdarê, derdora saet 03:00’an de li gundê Meyremîn ê bajarokê Şera yê Efrînî, serdegirtin li malekê hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di serdegirtina hêzên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de, welatiyê bi navê Îbrahîm Ehmed Yasîn li cihê bûyerê hatiye kuştin, hevjîna wî Menal Mehmud jî bi giranî birîndar bûye. Yek ji zarokên wan ku wê demê di malê de bû jî hatiye girêdan.

Menal Mehmud, ku bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan, rewşa wê krîtîk e û di bin çavdêriyê de ye.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê çete ji herêmê reviyan.