Li Efgansitanê erdhej: Zêdeyî 600 kes mirin
Hate diyar kirin ku di erdheja li parêzgehên Kunar û Nangarhar yên Efganistanê de 622 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî hezar û 300 kes birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Li parêzgehên Kunar û Nangarhar yên Efganistanê, duh di saetên şevê de bi pileya 6.0 erdhej çêbû. Wezareta Karê Hindir yê rêveberiya Talîban diyar kir ku di erdhejê de 622 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî hezar û 300 kes birîndar bûne.
Di erdheja ku li gorî saeta xwecihî di nivê şevê de çêbûye, dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Rayderan diyarkirin ku zêdeyî 100 birîndar li nexweşxaneyan tedawî dibînin.her wiha bi dehan mal hilweşiyane.
Rayedarên herêmî destnîşan dikin ku ev erdhej yek ji erdhejên herî bihêz ên salên dawî ye ku li welat çêbûyî. Li herêmê, yek bi pileya 5.2’yan herî kêm du erdhejên paş erdhej hatine qeydkirin.
Lêkolînên Jeolojîk ên DYA’yê (USGS) ragihand ku erdhej li nêzî sînorê Pakistanê, 27 kîlometre li bakurê rojhilatê Celalabadê û di kûrahiya 8 kîlometreyan de çêbûye.