Li Efganistanê qedexeyên li dijî jinan zêdetir dibin

Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê, diyar kir ku li Efganistanê, perwerdeya jinan, xebat û beşdariya jiyana civakî bi awayekî sîstematîk tê qedexekirin û bang li civaka navneteweyî kir ku tavilê bikeve nava tevgerê.

Navenda Nûçeyan- Rapora nû ya Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, dûrketina jin û zarokên keç bi awayek sîstematîk ji jiyana civakî her ku diçe zêdetir dibe eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku jin ji mafê perwerdeyê bêpar hatine hiştin, derfetên xebatê hatine sînordarkirin û qedexeyên hişk ji tevgerên azadixwazan re anîne. Her wiha hat destnîşankirin ku ev rewş fikarên cidî çêdike.

Li gorî raporê, bikaranîna wesayîdana ji bo jinan hatiye sînordarkirin, xwegihandina bazar û xizmetên bingehîn tên zorkirin. Dîtina wan a di qada civakî de tê astengkirin, di hinek rewşan de, hebûna jinan a di civakê de dikeve nava çarçoveya sûc.

NY’ê, da zanîn ku civakek ku nîvê nifûsa wê beşdariya jiyana civakî, aborî jê re hatiye astengkirin bi pêş nakeve, îfade kir ku dûrxistina jinan ne tenê binpêkirina mafên mirovan e, di heman demê de, encamên demdirêj li ser pergala aborî û civakî ya Efganistanê bi xwe re tîne.

Yek ji krîzên herî cidî yên mafên mirovan e

Di raporê de hişyarî hat dayîn ku dûrxistina berfireh a jinan ji perwerde û derfetên kar wê çerxa xizanî û newekheviyê kûrtir bike. Hat îfadekirin ku ev pêvajo dê parçebûnên civakî zêdetir bike, kapasîteya pêşketina welat bi awayekî cidî lawaz bike.

Di salên dawî de, li Efganistanê, zêdebûna qedexeyên li dijî jinan, beşdariya jiyana perwerde, xebat, geşt û civakê, ji aliyê saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ve weke yek ji krîzên di warê mafên mirovan de tê nirxandin.

Civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan, tevî bangên ku 5 sal in dikin, rêveberiya Talîbanê qedexeyên mijara gotinê ranekirine, berevajî wê hema bibêje hemû qadên jiyanê yên jin û zarokên keç qedeqe kiriye.