Li Efganistanê medyaya dîjîtal yekane cih e ku dengê gel tê bihîstin
Li Efganistanê ku rojnameger tên girtin û dikevin bin venêrînê medyaya dîjîtal ji bo bilêvkirina rastiyan weke ‘nefesa dawiyê’ tê pênasekirin.

BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Piştî ku Talîbanê rêveberiya welêt girt destê xwe, her qedexeyên ku li gelek deveran hatine ferzkirin wekî binpêkirinên mafên mirovan têne binavkirin.
Her çiqas bi taybetî jiyana jinan li welêt bi tevahî tê sînordarkirin jî, medyaya dîjîtal yek ji wan deveran e ku hewl tê dayîn bê kontrolkirin.
Li Efganistanê medyaya dîjîtal, bûye yek ji rêyên ji bo aşkerakirina fikran û rastiyan. Gelek aktîvîst, navên sexte bikar tînin û hewl didin di vê qadê de têkoşîna zanakirinê bidin û sûcên tên kirin, aşkera bikin. Di sala 2023’yan de ji aliyê “Think Society” ve raporek hat weşandin. Li Efganistanê nêzî ji sedî 10’ê xelkê, di medyaya civakî de çalak e û qada ku herî zêde tê bikaranîn, Facebook e. Temenê piraniya van bikarhêneran jî, di navbera 18–30’î de ye.
Her wiha di sala 2014’an de ji aliyê “Saziya Hevkariya Efgan-Alman a Kar” ve lêkolînek hatiye kirin. Li gor vê yekê piraniya pisporên siyasî, aktîvîstên civaka sivîl û aktîvîstên medyayê, diyar kirine ku medyaya civakî, di aliyê zanakirina gel de rolek erênî lîstine. Di vê lêkolînê de tê gotin ku li Efganistanê piraniya bikarhênerên medyaya civakî, mêr in. Sedema vê yekê jî, ji ruyê çanda bavsalar a li vî welatî serdest e de, gelek jin nikarin têr bighên van qadan an jî ketina wan qedexe ye.
Venêrîna Talîbanê
Piştî ku Talîbanê desthilatî girt, medyaya civakî ya li Efganistanê, ket bin zextek mezin. Gelek endam hatin girtin, wendakirin, kuştin û gelek sûcên din hatin kirin. Gelek saziyên medyayê, neçar mane ku propagandayek baş a Talîbanê bikin. Dîsa jî medyaya civakî di nav gelê Efgan de zêdetir cîh girtiye û di aliyê aşkerakirina rastiyan de bûye wek amûrek.
Talîbanê jî ev qad vala nehiştiye. Rêberên Talîbanê, nêrînên xwe, pîvan û propagandayên xwe, di ser platforma medya civakî ya “X” (berê Twîtter bû) bi awayek berfireh parve dikin. Tiştê herî zêde mirov diêşîne jî, hinek ciwanên Efgan di YouTube de bûne wek kursiyê propagandaya Talîbanê. Ev kes li kuçeyan bi firoşkar û mirovên ji rêzê re hevpeyvînan dikin. Di van hevpeyvînan de dibêjin ku gel kêfxweş e, xizanî, bêkarî û sûc tuneye. Her wekî Efganistanê wek bihûştek bi aramî nîşan didin. Bi vê riyê, mehê bi hezaran dolar pere distînin.
Li aliyê din, YouTuberê biyanî yên ji Îranê hatine Efganistanê jî bi YouTuberên Efgan re tevlî propagandaya ku dibêje di bin rêveberiya Talîbanê de ewlehî û aramî heye, dibin. Bi vî awayî jî, rastiya jinan û xelkê, nîşan nadin. Ev kes li hember pirsa derbarê vê mijarê de, bersiva “Em dizanin ku xelkê Efgan di rewşeke çawa de ye, lê ji bo ku em karê xwe bidomînin, em derbarê pirsgirêkên gel de naxivin” didin.
Mirov li ser medyaya dîjîtal xwe îfade dikin
Tewar hinek ji wan jî aşkera wiha dibêjin: “Ji ber ku em difikirin dîsa vegerin Efganistanê û pereyek mezin qezenc bikin, em behsa zilma li jinan tê kirin, nakin.” Di vê navberê de hinek YouTuberên Efgan di hundir û li derveyê welêt, di şûna ku sûcên Talîbanê û êşên gel aşkera bikin de, tenê bi wan henekên xwe dikin an jî çêrî kesên din dikin, bivî awayî hewl didin balê bikşînin û navdar bin. Ev tevger, wek erêkirinek sergirtî ya gel a li hember pêkanînên Talîbanê tên dîtin.
Ev kes bi bêdengî û hevkariya xwe ya ne rasterast, dibin şirîkên sûcên li Efganistanê didomin. Beramberî vê yekê hem jin hem jî mêr gelek ciwanên berpirsyar, medyaya civakî ji bo aşkerakirina sûcên Talîbanê û zanakirina gel bikar tînin. Mixabin hinek ji van kesan jî, hatine girtin. Her çiqas piraniya gelê Efgan hê nikaribe bighê înternetê jî, medyaya civakî di zanakirina gel de bûye amûrek bibandor. Rewşenbîrên welatparêz vê qadê bikar tînin û hewl didin ku asta zanebûna gel zêde bikin û dengê medyaya civakî yê hatiye birîn, ji nû ve zindî bikin. Li welatek mîna Efganistanê ku medyaya fermî hatiye bêdengkirin, medyaya civakî ji bo bilêvkirina rastiyan, parastina gel û bi taybetî jî jinan, yek ji kêm amûrên mayî ye. Lê ev qad jî hewceyî zanabûn, berpirsyariya etîk û bihîstyariya bikarhêneran e. Bêdengiya li hember zilmê, hevkariya bi zilmê re ye. Lewma jî her ferdek ku dikare bighê vê amûrê, divê bizanibin ku berpirsyariyek mezin a dîrokî û mirovane hildigre.