Li Dirbêsiyê jinek hat qetilkirin

Duh êvarê li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî bajarê Hesekê cenazeyê jinekê hate dîtin. Hate diyar kirin ku jin bi amûrêke birînê hatiye qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Duh êvarê li navçeya Dirbesiyê  girêdayî bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mitbaxa malekê de cenazeyê jinekê hate dîtin. Li gorî şahidan, jin amûreke birînê hatiye qetilkirin.

Der barê bûyerê de hîn zêdetir agahî nehatin bidestxistin.

Her wiha Nivîsgeha Sûcên Birêxistinkirî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kir.