Li Dîlokê îşkence li zaroka penaber hat kirin

Li Dîlokê zaroka 15 salî ya Sûriyeyî bi lêdanê û êrîşa zayendî rû bi rû hat.

Dîlok - Li Dîlokê zaroka 15 salî yê Sûriyeyî bi hinceta ku dema bi hevala xwe re lîstiye wê avêtiye erdê, ji aliyê malbata hevala xwe ve rastî lêdan û destdirêjiya zayendî hat. Bûyer di 9’ê Çileya 2014’an de li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Şahînbeyê pêk hat. 

Zaroka ji Sûriyeyê A.Z. ya 15 salî ku hat îdiakirin dema bi hevala xwe re lîstiye wê avêtiye erdê ji aliyê  bavê hevala xwe H.Ö. û apê wê M.F.K. ve bi lêdanê re rû bi rû ma. Zarok ku bi êrişa zayendî re rû bi rû ma.

A.Z. ya piştî êrişî bi giranî birîndar bû ji aliyê kesên li derdorê ve hat ferqkirin û bi mudaxaleya destpêkê ya tîmên tenduristiyê wê rakirin nexweşxaneyê. Li ser giliyên malbatê H.Ö. û M.F.K. yên êrişî zarok kirin hatin binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê hatin girtin.

Hat zanîn ku derbarê H.Ö. de ji 3 sûcên cûda qeydên wî hene. Hat zanîn ku zaroka bi îşkenceyê re rû bi rû ma li nexweşxaneyê tê dermankirin.