Li dijî tundiyê bi hezar û 905 çalakiyan xwe gihandin 12 hezar jin û mêran
Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li dijî tundiya li ser jinê zêdetirî hezar û 905 semîner, panel, komxebt û çalakyên bîranînê li dar xistine û zêdetirî 12 hezar jin û mêr beşdarî çalakiyan bûne.
Qamişlo – Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê bi dawîanîna qonaxa 6`an a kampanyaya li dijî tundiya li ser jinan de, di 8`ê Cotmehê de bi diruşmeya ‘Ber bi Avakirina Sûriyeyek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad’ dest pê kiribû, daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya navenda giştî ya PYD’ê ya bajarê Qamişlo hate dayîn.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Jin a PYD`ê li Kantona Cizîrê Hayistan Hesen Erebî jî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclisa Jin a PYD`ê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Horê Şemdîn ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Em wekî Meclîsa Jin a PYD`ê piştî 2 mehan qonaxa 6`an ji kampanya tundiya li dijî jinan radighînin. Ev kampanya di demeke hestiyar de ku li Sûriyeyê rewşeke aloz tê jiyîn hatibû birêxistinkirin. Destkeftiyên jinan bi awayekî sîstematîk tê hedef girtin û hewl didin îradeya jinan bişkînin. Helwesta li pey vê kampanyayê diyar dike ku dema mafên jinan tenê di nav destûrek demokratîk a Sûriyeyê de dikare were bidestxistin û têkoşîna wan bi vê gave tê parastin.”
Gelek çalakî hatin li dar xistin
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wan bi xebatên xwe bal kişandin ser xurtkirina xebata rêxistinî ya jinan. Di daxuyaniyê de bîlançoya çalakiyên di qonaxa 6’an a kampanyayê hate eşkerekirin, dane wiha ne:
- Hezar û 845 dersên bi sernavê ‘Malbata Demokratîk û Rûbirûbûna bi Tundiyê’ hatin dayîn û 7 hezar û 735 jin beşdarî wan dersan bûne.
- 28 komxebat û semîner ji bo saziyên Rêveberiya Xweser bi giştî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin, hezar û 72 kes beşdarî wan xebatan bûn.
- Li bajarên Hesekê, Tebqa, Reqa û Kobanê derbarê manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” panelên giştî hatin lidarxistin, 872 kes beşdar bûne.
- Ji bo bîranîn Şehîd Şîlan û hevalên wê li hemû bajarên kantona Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 32 merasîmên bîranînê hatin lidarxistin, 3 hezar û 123 kes tevlî bûne.
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wek Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) vê tevlîbûna berfireh a jinan û hemû hêzên demokratîk ji bo kampanyayê pir girîng dibînin. Têkoşîna me bi kampanyayekê bi dawî nabe, têkoşîn û berxwedana me wê bidome.”