Li dijî tecrîdê Hewldana Edaletê daxuyanî da

Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê xebatên xwe bi dawî kir û banga: “Em muxalefetê vedixwînin têkoşîna demokrasiyê ya ji bo mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Abdullah Ocalan.”

Enqere- Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê têkildarî xebatên xwe yên ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hewldanê, bi bîr xist ku wan di 5’ê Îlona 2024’an de li Amedê bi daxuyaniyekê dest bi xebatên xwe kiribûn û ev tişt hatin gotin: “Armanca Hewldana Edaletê ew bû ku rewşa birêz Abdullah Ocalan û birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên girtin û zêdetirî 43 meh in di bin tecrîdê de tên girtin, bikin rojev û tecrîdê bi dawî bike. Di vê çarçoveyê de xebatên xwe yên demkî meşand. Hewldana Edaletê, ji hêla komeke parêzvanên mafan û aktîvîstan ve bi însiyatîfên şexsî hat avakirin. Hewldana Edaletê, di xebatên xwe de rapora Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya têkildarî Girtîgeha Girava Îmraliyê de bi kar anî. Wergera raporê ya bi zimanê îngilîzî jî hatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hewldana Edaletê, xebatên xwe li Enqere, Amed û Stenbolê dane meşandin û wiha hat gotin: “Li Enqereyê me bi mîsyona dîplomatîk re hevdîtin kir, bi partiyên siyasî û kesên di pêvajoya çareseriyê yên berê de peywireke girîng li xwe girtibûn re hevdîtin kir û cara ewil tecrîda ku ewqas dirêj (43 meh) domiya, bi her alî me vegot. Hewldana Edaletê li Amedê bi taybetî jî bi rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir û got ku bi qasî binpêkirina mafên mirovan, aliyê ziyanê dide aştiya civakî jî vegot. Hewldana Aştiyê di hevdîtinên xwe yên li Stenbolê de jî ji bo raya giştî ji mijara tecrîdê bêhtir bê haydarkirin, hewl da.”

‘Divê tecrîd were rakirin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hewldana Edaletê ji bo bidawîkirina rewşa agahînegirtina mutleq, ji bo rakirina tecrîdê hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de hat gotin ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd muxatabê herî girîng birêz Ocalan e, Ocalan sermuzkarevan e û girîng e tecrîd were rakirin.”

Hewldanê Edaletê, destnîşan kir ku hem Tifaqa Cumhur hem jî partiyên muxalefetê tecrîda li Girtîgeha îmraliyê qebûl kirine, hevdîtin li Îmraliyê hatine kirin û bi vê yekê re beşek xebatên wan gihîştine armanca xwe lewma Hewldana Edaletê xebatên xwe bi dawî dike. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tecrîda li Girava îmraliyê didome û hem îqtîdarê hem jî muxalefetê fêm kirin ku di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatabê esasî birêz Ocalan e û birêz Ocalan sermuzakerevan e. Tişta ku divê niha were kirin ew e ku muxalefeta siyasî û civakî bi giştî ji bo bidawîkirina tecrîda li îmraliyê, ji bo şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên birêz Ocalan têkoşîneke hevpar bimeşîne. Em xebata xwe bi dawî dikin lê em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan, aştî û edaletê bi biryar bidomînin.”