Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 416’emîn de bi dewirgirtina koma 82’emîn didome
Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 416’emîn de bi dewirgirtina koma 82'emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 81’emîn Silêman Şaxî axivî.
Silêman Şaxî, diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin û bang li tevahî gelê Kurd kir ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe xurtir bikin û têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' û ‘Bê Serok Jiyan Nabe' dawî bû.