Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 69’emîn didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 20'ê Tîrmeha 2023'an de ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 69’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 68’emîn Zîlan Yilmaz daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wekî tevgera Ciwan û Tevgera Jinên Ciwan ya Mexmûrê di serî de silav û hêzkirinên xwe ji Rêber Apo re dişinin. Di vê pêvajoya şerê topyekun ku li Kurdistanê dimeşê de, navenda berxwedanê Îmralî ye.

Dewleta Tirk ya faşîst û qirker ê ku hêzên hegemon wekî jendermeyên pergalê li Rojhilata Navin diyar kirin êdî nefesên xwe yên dawî distîne. Dost û dijmin jî baş dizanin, yê ku rêya çareseriyê nîşan dide Rêber Apo ye. Dewleta Tirk ya faşîst ji bo ku bikaribe desthilatdariya xwe rojekî din dirêj bike, hemû derfetên xwe seferber dike û bi awayekî derveyî her pîvanên mirovahiyê êrişê Tevgera Azadiya Kurdistanê û di serî de êrişê Rêber Apo dike.

 

Berxwedana bê hempa ku Rêber Apo li dijî zihniyeta desthilatdar û baviksalarî li zindana Îmralî nişan dayî, pergalê anî ber têkçuyîne. Tenê yek sedema tecrîda hovane ya li ser Rêber APO heye, ew ji ev e: dewleta Tirk ya faşîst baş dizane ku bi dawiya tecridê û têkçûna sîstema îşkenceyê binkeftina wê misoger dibe.

Şerê ku li Zap, Avaşîn, Metina û li Bakûrê Kurdistanê gihişt lutkeya xwe, bi rihê fedayîti û taktikên demê yên Gerîla, dijmin anî rewşekî wisa ku êdî çî ji bike, nikare windahiyên xwe yên zêde ji raya giştî veşêre. Ji berxwedan zêdetir Gerîlayên moderniteya demokratîk êrişên dijmin dizivirîne serkeftinê. Di van rojên dîrokî de ku ciwan, jin, civak û xweza di nava pençeyên moderniteya kapîtalîst de gihiştin dawiya tahamûla xwe, bir û baweriya Rêber Apo ji me re dibe bersiv. Yê ku ji me wek ciwan û jinên ciwan tê xwestin ev e ku em berê xwe bidin ronahiya Rêber Apo û bi rola xwe ya pêşengti rabin.

‘Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’

Rêber Apo ji ber xwezaya ciwanan ya afirîner, dînamik û bê teredut ciwan wek civakê pênase kir. Em ji wek Ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî bi tevlibûna xwe ya çalakiya nobeta ji bo azadiya fîzîki ya Rêbertî careki din dilsozî û biryardariya xwe diyar dikin. Bêguman di vê pêvajoya krîtîk de divê em asta tekoşîna xwe her roj bilindtir bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Lêgerîna jiyana bi wate, bi çalakiyên mezin yên Zilanan, Sara û Rûkenan, Erdal û Rojhatan pîvanên giredanbûn û hevaltiya rast bi Rêber Apo re diyar kirin. Rast xwedî li wan pîvanan derketin, her roj bi Serokatî re jiyan kirin wê teqez me bibe serkeftinê. Em soz didin ku tu carî fêrî jiyanekî bê Serokatî nabin û di dema herî nêz de bi Rêbertî re azad jiyan bikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 69’emîn û dirûşmeyan dawî bû.