Li dijî tecrîdê Çalakiya Nobetê didome

Çalakvanên çalakiya nobetê ya wargeha penaberan a Mexmûrê bi biryardariyeke xurt, ev nêzî du salane ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah di çalakiyê de ne.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 137’emîn û biryardariyek xurt didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 136’emîn Îsiv Nêrwehî daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de qala pêvajoya ku niha di Rojhilata Navîn de tê jiyîn hat kirin û ev tişt hat gotin: “Ev pêvajoya ku em niha têde jiyan dikin, ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn gelek girîng û dîrokî ye. Em dikarin bêjin pêvajoya hebûn û nebûnê ye. Qedera gelê Kurd, gelên bindest û tevayî cîhanê di vê pêvajoyê de wê diyar bibe. Wek civak ya ji me tê xwestin li erkê xwe rabûn û têkoşîn mezinkirine.”

‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê dinava çalakiyan de bin’

Daxuyanî bi van gotinan dawî bû: “Armanca sereke ya vê çalakiyê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Hevdîtin tên kirin, lê ev nayê wê wateyê em ê dev ji çalakiyên xwe berdin. Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî em nav xwede nebînin, em dev ji çalakiyên xwe bernadin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 137’emîn û dirûşmeyan dawî bû.