Li dijî Talîbanê serî rakir: Nan, kar, perwerde

Talîban xwest jinan hepsî malê bike, lê belê ya derketî kolanê jin bû. Wê bi dirûşma ‘Nan, kar, perwerde’ li hemberî mirinê seri rakir. Ev nûçe çîroka yek ji wan jinan e ku ji dorpêça Talîban reviyaye, koç kiriye, lê belê vegiryaye û bêdeng nebûye.

BAHARÎN LEHÎB

Belh – Jin çar salan li aliyekê ji aliyê Talîbanê ve hatin tepisandin û ji her cûrê xizmeta sivîl û mirovî bê par hatin hiştin, li aliyê din Talîban rastî berxwedan û têkoşîna jinan hat. Talîbana ku ji vê berxwedanê tirsiya, zextên xwe hê zêdetir kirin.

Yên destpêkê derketin kolanan jin bûn. Ew bi dirûşma ‘Nan, kar û perwerde’ daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Di heman demê de berxwedana ku jinan li Îranê piştî ku Jîna Emînî ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin dan destpêkirin, pergala zextê ya rejîma Talîbanê hejand. Ev rewş Talîbanê zêdetir tirsand û zext û tundiya li ser jinên çalakvan ên li Efganistanê zêde kir.

5 jin hatin binçavkirin û bi îşkenceyê hatin kuştin

Ya ewil di meşa girseyî de hatî girtin, jinên xwepêşender ên Mezar-î Şerîf bû. Talîban hemû dorpêç kir, tenê çend kesan karîn birevin. Divê bûyerê de 45 jin hatin girtin. Belkî ji wan yek du sax mabin, lê cenazeyên yên din li pişt malê an jî herêmên dûr hatin dîtin. Yek ji vana, endama hîndekariya zanîngeha Mezar-î Şerîf, Furûzan Safî bû. Bi tevî 5 hevalên xwe yên ku meş organîze kiribûn, hat binçavkirin. Di 5’ê Mijdara 2021’an de cenazeyên wan hatin dîtin. Ji aliyê Talîbanê ve hatibûn kuştin û li ser bedenên wan şopên îşkenceyê hebû.

Jinan li dijî hemû zextên Talîban serî rakirin

Talîban bi vê rêyê xwest tirsê bike dilê jinan. Lê belê care din jin nehatin bêndegkirin. Li Kabul û wilayetên din, ji bo zanîna aqubeta jinên li Belhê hatin girtin, xwepêşandanên girseyî lidar xsitin. Vê carê Talîban ji bilî guleberdana hewayê, gaza dijwar, copên kehrebê, ava tazyîkî bikar anî, xwepêşanderên jin li pey hev girtin. Girtiyên jin, li girtîgehan pêkanînên xof ên Talîban tacawîz, destdirêjî, îşkence û lêgerîna tazî îfşa kirin.

Talîban wisa difikirî ku jinên Efgan, ti deman ev tiştên jiyan kirine naynin ziman. Ji ber ku jinên Efgan ji derveyî zextên Talîbana cîhadîst, li hemberî nêzîkatiyên civakî yên mêrên serdest wek ‘namus’ û ‘şerm’ têdikoşiyan. Ji ber vê yekê, bi hinceta şermê ewê nikaribin tiştên ku jiyane binîn ziman.

Çîroka jina xwe ji dorpêçê rizgar kir

Me li gel yek ji xwepêşaderên jin ku di dema dorpêça li Mezarê de karî bireve Nergîs Şoroş  hevdîtin kir. Ew niha li wîlayetek Efganistanê bi dizî dijî. Demekê koçî Pakistan û Îranê kiribû, lê belê bi dersînorkirina koçberan re, cardin neçar ma vegere Efanistanê. Ji ber ewlehiyê me qeyda deng negirt, li heman wîlayetê li rêyekê me hevdu dît û çîroka wê ya bi êş û berxwedêr bi meşê me guhdarî kir.

Nergîs Şoroş bi awayê ku ruyê xwe rûpoş kirî, hat ba me. Lêborîn xwest û got ‘ez rûpoşê dernaxim’, ji ber ku hê jî Talîban li wê digeriya. Ew tevî ku jinek ciwan e, di axaftinên wê de hê hêvî û rihê têkoşînê hebû û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema Talîbanê Belh û Kabul girt destê xwe, wê rojê min li dibistaneke Mezarê ders dida. Midûrê dibistanê hat polê û got Talîbanê desthilatî girtiye destê xwe. Ez û xwendekarên xwe bi lez û bez em vegeriyan malên xwe. Weke ku mejiyê min sekinî, nayê bîra min çawa gihîştim malê.”

‘Li gel me jî zext her zêde bû’

Nergîs Şoroş piştî rûpoşa xwe rast kir û li derdora xwe nihêrt, wiha domand: “Piştî demekê, ez û hinek mamoste me biryar da ku em vegerin dibistanê. Piştî vegera me, wîlayeta yekem ku hiştin keç piştî pola 6’an bixwînin, em bûn. Lê belê her roj em dihatin lêpirsînkirin. Êdî destûr nedida ku jinên di ofîsan dixebitin, karê xwe bidomînin. Li ba me jî zext her rojê zêde bû. Di dawiyê de me jî weke wîlayetên din biryara protestokirinê da.”

‘Me karî em birevin’

Nergîs Şoroş li gel erebeyek seyar firoşger sekinî û demekê bêdeng bû, piştre meş domand û wiha got: “Di protestoyên duyem de em bi temamî dorpêç kirin. Em bi kîjan alî ve biçûna bi gefa çekê em disekinandin. Ez û çend jin, me biryar da çi dibû bila bibe, emê birevin. Ji ber ketina destê wan, li wê derê ji kuştinê jî xirabtir bû. Piştî em reviyan li me geriyan, lê belê me rev biser xist.”

‘Em bêdeng nabin’

Nergîs Şoroş wiha domand: “Piştî girtina jinên li Belhê, neçar mam wê derê biterikînim û hatim Kabulê. Li wê der jî li gel jinên din min protesto domand. Li wê jî her tim gef û şopandin destpê kir. Ez jî ji wir çûm Îranê û ji wir jî derbasî Pakistanê bûm. Li wir jî li gel jinên Îranê beşdarî çalakiyên kolanan bûm. Lê belê ji ber belgeyên me yên zagonî tunebûn, neçar mam ji Pakistanê derkevim. Niha tevî hemû gefan, li malên me jî be em protesto dikin û bêdeng nabin.”

‘Emê biserkevin’  

Nergîs Şoroş di dawiyê de bi destê xwe yên germ û tije hêvî destê min girtin û dema xatir dixwest wiha got: “Em jinên Efgan her roj dimirin, lê belê ez ji rêya ku min bijartiye venagerim. Ji bo azadiya xwe û rizgariya jinên li welatê xwe mirin, bi navek xweş baştir e. Di dawiyê de em jin dê biserkevin.”