Li dijî şerê taybet bang: Em kom bibin û têbikoşin
Hevberdevka Platforma Şiyar Be ya Wanê Rûken Kiliç a balkişand ser şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin, destnîşan kir ku tiryak, fihûş û çekdariya ferdî encamên şerê taybet in û got: “Em hemû kom bibin û vî şerê taybet ê li Kurdistanê rakin.”
Wan – Di demên dawî de li Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê, hejmara tiryakkêş, fihûş û çekdariya ferdî zêde bûye û li gelek bajaran li hember vê yekê tevger hatin avakirin. Yek ji van tevgeran jî, Platforma Şiyar Be ye. Ev platform hewl dide ku bi riya çalakî, komxebat û serdanan, balê bikşîne ser xetereya li pêşiya ciwanan. Di vê çarçoveyê de li Wanê jî di 6’ê Kanûnê de tevî hemû astengkirinên hêzên ewlehiyê jî, platformê bi deklarasyonek ragihand ku hatiye avakirin. Hevberdevka Platforma Şiyar Be ya Wanê Rûken Kiliç, derbarê sedema zêdebûna tiryak, fihûş û çekdariya ferdî de, ji ajansa me re axivî.
‘Li Kurdistanê şerê leşkerî û şerê taybet mîna hev in’
Rûken destpêkê da zanîn ku ew li dijî tiryak, fihûş, çekdariya ferdî xebatan dimeşînin û ev agahî dan: “Ez di Platforma Şiyar Be ya li Wanê de dixebitim. Di 6’ê Kanûnê de me xwe deklare kir. Em bi saziyên civakî yên sivîl ên bajêr re hatin cem hev û me ev platform ava kir. Piştre me dest bi xebatan kir.” Rûken destnîşan kir ku li Kurdistanê şerê leşkerî û şerê taybet mîna hev in û got ku yek fizîkî ye, yê din jî ehlaqî, polîtîk, civakî û ekolojîk e. Rûken balkişand ser rewşa Tirkiyeyê, bibîr xist ku her salek darbeyek heye û wiha domand: “Tirkiye, bûye dewleta darbeyan. Ev hikûmet jî Tirkiye û Kurdistanê bi darbeyan îdare dike. Di van 10 salên dawî de jî, tiryak, fihûş û leşkerî, tevlî hevdu kirine. Li Kurdistanê, berê navê tiryak, fihûşê tunebû. Lê niha, gava tu diçî taxan û kolan û kuçeyan, dibînî ku ciwan dibêjin em li van kuçeyan tiryakê naxwazin. Lê dikandar tên vê derê, dibînin ku tiryak heye, fihûş heye.”
‘Dikandar ji ber tiryakê nikarin karê xwe bikin’
Rûken ragihand ku li Wanê ev platform, li ser vê pêwîstiyê hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Ji ber ku em diçûn cem dikandaran, wan digotin ev kuçeyên çand û hunerê ne lê em nikarin niha kar bikin. Çima? Ji ber tiryakê, nikarin kar bikin. Ji ber ku li wir tiryak heye, piştî tiryakê fihûş heye, şerê taybet heye. Dewleta Tirk dibêje ez li Kurdistanê hem şerê leşkerî bikim, talan bikim, tune bikim, bikujim, yên mayî jî bi tiryakê, bi fihûşê û qirkirina ekolojîk, ji holê rakim. Bîra me jî radike. Dibêje bila vana nexwînin, polîtîka ava nekin, bi siyasetê nizanibin, ekolojiyê nizanibin. Şerê leşkerî û şerê taybet bi vî awayî tevlihev dikin. Ji bo wê, me Platforma Şiyar Be deklare kir.”
‘Divê li kêleka şerê leşkerî, şerê taybet jî bê sekinandin’
Rûken Kiliç da zanîn ku roja deklare kirine, dîtine ku dewlet van xebatên wan naxwaze û sedema wê nêrîna xwe bi van gotinan bilêv kir: “Me çawa fam kir? Em çûn wir ku daxuyanî bidin çapemeniyê, me tedbîrên ewlehiyê yên bi vî rengî nedît. Polîsan ji me re gotin, hûn nikarin li vir meş lidar bixin, emê nehêlin. Gotin ‘We li wir pankartek nivîsandiye, tê de gotiye ‘Li Kurdistanê em rê nadin tiryakê’, em vê derê wek Kurdistan qebûl nakin. Me jî got ‘Ev der Kurdistan e’, ev pênaseyek e, em tiryakê naxwazin. Hem hûn jî karmend in, polîs in û leşkerin, hem jî hûn naxwazin ku em werin vir û nehêlin ku tiryak bê vir. Lê dîsa jî 3-4 saet şûnda me xwe deklare kir. Tu dibêjî îro li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê heye, lê şerê taybet hê jî tê meşandin. Divê li kêleka şerê leşkerî, şerê taybet jî bê sekinandin.”
‘Li Wanê, 8 hezar kesên ku tiryakê bêhn dikin hene’
Rûken balkişand ser guhertina neyînî ya li bakûrê Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê di nav ciwanên Kurd de çêbûye û ev mînak dan: “20 sal berê me dizanî ku mirovan pirtûk dixwendin, dizanibûn. Di zanîngehan de, li bajaran, li kolanan jin û ciwan, xurt bûn. Lê niha piştî tiryakê, siyaset ji nav jinan, ji nav ciwanan derket. Hikûmeta AKP’ê dibêje bila ciwan nexwînin, ciwan nizanin, bila siyasetê nekin. Jin jî bila di mal de rûnin, paşê tiryak, paşê fihûş û tiştên ne di rê de bikin û xwe neparêzin. Ji bo wê, bi avakirina fihûşê û tiryakê ya li van kolanan, ev tişt rakirine. Berê li Wanê navê tiryakê tunebû, lê niha em dinhêrin li Wanê, 8 hezar kesên ku tiryakê bêhn dikin hene.”
‘Dibêjin bila ciwan nasname, netew, ziman û gelek tiştên xwe ji bîr bikin’
Rûken diyar kir ku ev meseleyek pir girîng e û wiha got: “Evqas kamera hene, tedbîrên ewlehiyê hene, polîtîkayên şer dikin, lê li Kurdistanê bi hezaran tiryakkêş hene. Ev jî, tê wê wateyê ku pêşiyê lê vedikin. Dibêjin bila herin. Dibêjin bila ciwan nasnameya xwe, netewa xwe, ziman û gelek tiştên xwe ji bîr bikin. Ji destpêka şerê taybet vir ve di nav civakê de meriv fam dike, dizane, dibîne ku civak, jin û ciwan li hember pirsgirêkê û pirsgirêkên civakî, sersar mane. Berê, dema ku li park, kuçe û kolanan tiryak û fihûş bihata dîtin, civakê bertek nîşan dida, lê niha em dibînin ku ev bertek tuneye. Ev jî, bandora şerê taybet nîşan dide.”
‘Li hember tiryak û fihûşê helwestek dewletê tuneye’
Rûken got ku “Berê, ciwanên me ji Kurdistanê diçûn zanîngehên mezin dixwendin, pirtûk dixwendin, diçûn çalakiyan û wiha domand: “Bihîstyariya li hember pirsgirêkên civakî, tev li ser pişta ciwanan û jinan bû. Lê niha ciwan ji nav zanîngehan, ji nav hilberandinê derketine. Kar nakin. Ger ku ev tunebin, xizaniya kûr çêdibe. Dejenerebûna kûr çêdibe. Em bi Platforma Şiyar Be, hewl didin ku van tiştan ji nav me rakin. Li hember tiryak û fihûşê helwestek dewletê tuneye. Gava ku me ev platform deklare kir, 2 hezar polîs hebûn. Panzer, toma û akrep anîn û 4 saetan nehiştin ku em daxuyaniya xwe bidin. Me got xuya ye ku naxwazin ev tiştên xirab ji nav gel derkevin.”
‘Em taxan, kolanan, gund û bajaran bernadin’
Rûken Kiliç balkşand ser metodên ku şerê taybet bikar tîne û wiha got: “Şerê taybet, bi riya televîzyonan û rêzefîlman hewl dide ku wiha bike. Di rêzefîlmek de leşkerek tê, ji keçek re dibêje ‘ez hatim ku te azad bikim, ji van axan rizgar bikim’. Ev jî polîtîkaya şerê taybet e. Dikin nav me, nav ciwanên Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê. Dibêjin me bi şerê leşkerî nekir, emê bi şerê taybet Kurdan xirab bikin.” Rûken bang li hemû derdoran kir û wiha got: “Em jî dibêjin em li hember vî şerê taybet, rabin. Em şiyar bin. Bi şer, erdhej û pevçûnan, gel hemû koçber bûn. Bi vê koçberiyê re jî civak ji hev belav bû. Ev jî di aliyê derûnî de giran bû. Dewletê jî şerê taybet kir nav me. Herkes bi halê xwe re mijûl bû. Yên ku koçber bûn, li wan deran tenê man. Zarokên wan ketin nav pergalê. Tiryak, fihûş, belav bû. Lewma em dibêjin ku taxan, kolanan, gundan û bajaran, em bernadin. Em van dijminatiyan, van şeran qebûl nakin. Ev şerê li ser me, li ser saziyên civakî yên sivîl, li ser zîndanan, li ser partiyan tên meşandin, em dibêjin êdî em rabin. Heta niha ciwanên me kuştin. Bi destê şerê taybet jî, ciwanên me telef bûn.”
‘Em hemû kom bibin û vî şerê taybet ê li Kurdistan û Tirkiyê, rakin’
Rûken di dawiya nirxandinên xwe de behsa plansaziya platformê kir û ev agahî dan: “Emê pêşxebatan bikin. Emê li kuçeyan, kolanan, taxan, mizgeftan, dêran, bigerin û emê bêjin tiryak ev e, fihûş vaye. Em dibêjin ku li Kurdistanê û metropolan êdî bila ciwanên me nebin dîlên destê vê tiryakê, fihûş û çekdariya ferdî. Têkoşîna li hember şerê taybet, tenê bi platformek nabe. Tenê bi saziyên civakî yên sivîl nabe. Bi dewletê, bi burokrasiyê, bi meclîsê, qesrê, kî heye muxatab ew e. Em hemû kom bibin û vî şerê taybet ê li Kurdistan û Tirkiyê, rakin.”