Li dijî qeyûman gel li qadan bû: Cardin bi sernakevin

Gelê ku li dijî qeyûmên li ser şaredariyên DEM Partî hat tayînkirin şev li kolanê derbas kirin, bi biryar in xwedî li îradeya xwe derbikevin. Hevseroka bajarê Êlihê Songul Korkmaz got: “Berê jî bi serneketin cardin bi sernakevin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih – Di 4’ê Mijdarê de bi fermana Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk li ser şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) de qeyûm hat tayînkirin. Di hilbijartinên 31’ê adarê de, li Êliha ku 300 hezar hibêjêr têdene, ji sedan 64,52’ê dengan girtin. Gulistan Sonuk bi rêjeye herî zêde ya dengên hilbijartinê bû hevşaredar. Gelê Êlihê bi pêşengtiya jin û ciwanan daketin kolanan, xwedî li îradeya xwe derketin. Gelê ku tevahî şevê di çalakiyê de bûn gotin: “Em vê derê ji dizan re nahêl in.”

Di hilbijartinên xwecihî yên Adara 2019’an de bi rêjya ji sedan 66’ê dengan li Êlihê Songul Korkmaz bû hevşaredar, yek ji navên ku piştî hilbijartinê 5 mehan li cihê wê qeyûm hat tayînkirin e. Songul Korkmaz a piştî tayînkirina qeyûm li ser mala wê hate girtin û hate binçavkirin, bi bîrxist ku tevî 5 sal derbas bûne tiştek nehatiye guhertin û bi gotina “Bi heman rêbazê encamê nagrin” polîtîkayên desthilatê rexne kir. Li bajarê ku piştî 5 salan cardin qeyûm lê hate tayînkirin, Songul Korkmaz a vê carê weke havseroka bajar ya DEM Partî kardike, bal kişand ku gel weke roja ewil cardin xwedî li şaredariyên xwe derdikevin û got: “Hunê nikaribin îradeya vî gelî bi qeyûman tune bikin.”

‘Me heman sehne di sala 2019’an de jiyan kir’

Songul Korkmaz îşaret bi dîroka tayînkirina qeyûm kir û wiha got: “Îro 4’ê mijdarê ye, ber bi siharê ve em cardin rû bi rûyî darbeya qeyûm hatin. Me tayînkiriba qeyûm di sala 2016-2019’an de jiyan kir. Di sala 2019’an de dema gel çû ser sindoqan bi rêjyek zêde ya dengan em hatibûn hilbijartin. Cardin bi heman sehneyê di sala 2019’an de bi ser malên me de girtin û em hatin binçavkirin. Bila desthilat êdî vê baş bizane wê bi qeyûm avêtinê, îradeya gel tune nehesibînin. Hûnê îrade û têkoşîna vî gelî tune nehisibînin.”

‘Pirsgirêka Kurd bi tayînkirina qeyûman nayê çareserkirin’

Songul Korkmaz bal kişand ser sê caran tayînkirina qeyûman, da zanîn ku berê jî bi polîtîkayên qeyûmê desthilatê encam negirt û wiha got: “Gelê Kurd ê bi rumet, heta jin û ciwan hebin wê ev îrade bi awayek bi hêz derbikeve holê. Gelê me wê di sindoqan de cardin bersiva wan bide. Ez bang li ên ku vê neçaresertiyê ferz dikin dikim: Bila dest ji vê berdin. Tayînkirina qeyûm ne çareserî ye. Pirsgirêka Kurd ne bi vî awayî bi riyên demokratîk dê çareser bibe. Hun bi avêtina qeyûm û diziyan vê pirsgirêkê çareser nakin. We berê jî ceribandin, lê hun bi serneketin û hunê cardin jî bi sernekevin. Heta ev gelê bi rûmet hebe wê xwedîderketina li îrade û şaredariya xwe bi domîne. Di vê têkoşînê de em ê li dijî qeyûman gav şûnde ne avêjin.”

‘Qeyûm tê wateya dizînê’

Songul Korkmaz destnîşan kir ku qeyûm ne ji bo xizmetê ji bo cardin diziyan bikin hatine şandin û wiha got: “Qeyûm ne ji bo xizmeta gel, ji bo cardin şaredariyê bixwe dibin deynan de hatiye tayîn kirin. Deynê şaredariya Êlihê weke şaredariyên bajarê mezin bû. Li beramberî  vê jî xizmetek ku were kirin nebû. Qeyûm tê wateya talan, dizîn û pêşeroja jin û ciwanan tune hesibandin. Ev êrişek li dijî dîrok û çanda mirovatiyê ye, tune hesibandin e. Me van qebul nekiriye û tu deman jî em qebul nakin. Em ê li dijî van berxwedan û li vêderê berdewam bikin. Kes nikare vî gelê, van jinan û vê îradeyê tune bi hesibîne. Em Kurd in û wê jî nedîtî ve hatinê nekarin xilas bikin. Em ê dest jî îradeya xwe bernedin.”

‘Her cih bûye Wan’

Songul Korkmaz peyama ku weke di çalakiya Wanê de wê gel li dijî xesba îradeyê derbikevin da û wiha got: “Vî bajarî dû deman qeyûm jiyan kir. Xebatên dû deman yên nehatin kirin li holê ne. Havalên me ev 6 meh in guh didin pirsgirêkan û gav davêjin. Xizmeta ku mafê gelê Kurd e, dayîna vî gelî jî yek ji erkê vî qeyûmî ye. Me dema qeyûm dît, bila ji vî gelî bi pirsin, ka xebatek ku wan kiriye heye. Bi artêşa polîsan  bi van qeyûman ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Di vê xeletiyê de israr nekin. Ya gel bidin gel. Em xesbek li dijî mafê gel yê bijartin û hilbijartinê qebûl nakin. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê weke jin hebûna xwe ya di her qadê û xebatên xwe berdewam bikin. Li dijî van qeyûman li beramberî me mînaka Wanê heye. Wê gelê Êlihê yê bi rûmet her tim têkoşînê bikin. Îro her cih bûye Wan. Weke Wanê em ê li berxwe bidin û xwedî li îradeya xwe derbikevin.”