Li dijî polîtîkayên bişaftinê bi zaroka xwe re Kurdî fêr dibe
Ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û zextên li ser Kurdî, Şehrîban Durmiş Kaçak bi awayek baş nikare zimanê dayîka xwe biaxive, perwerdeya Kurdî digre û li gel zaroka xwe ya 3 salî, tenê bi Kurdî diaxive. Diyar kir dersên Kurdî di dibistanan de bên dayîn.
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Bi salan e Kurdî di qadên civakî de tune tê hesibandin û di nava pergala perwerdê de hê ne xwedî satuya fermî ye. Ev jî bûye sedema bertekan, gelê Kurd ji bo ‘daxwaza zimanê dayîkê’ têkoşîna xwe didomîne.
Kurdên ku li dijî asêkirina Kurdî ya di nava malê de bertek nîşan didin, dibêjin ku rêya parastina ziman, di vejîn û pratîkkirina di qadên civakî de bê axaftin de derbas dibe. Ji perwerda zimanê dayîkê bigre heta xizmetên xwecihî û daxwaza statuya di gelek qadan de didome. Gelê ku li benda avêtina gavên ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a didome ye, diyar dike ku divê gava yekem qada zimanê dayîkê be.
Ji bo mafê zimanê dayîkê, ji duh heta îro têkoşîn didome, jin pêşengtiya vê têkoşînê dikin.
Dayîk bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin, hewl didin vê hişmendiyê bidin wan. Şehrîban Durmiş Kaçak a 31 salî, li dijî aliyên neyînî yên li Tirkiyeyê mezinbûna di bin bandora Tirkî de, dixwaze zaroka xwe bi zimanê dayîkê mezin bike. Her çiqas ji ber polîtîkayên ku wê ji zimanê wê yê dayîkê biyanî dike bi Kurdî neaxive jî, li gel zaroka xwe ya 3 salî perwerdeya zimanê dayîkê digre.
‘Zimanê min ê dayîkê hilgirê êş û kêfxweşiyên min e’
Şehrîban Durmiş Kaçak, di destpêka axaftina xwe de ji ber bi Tirkî axivî lêborîna xwe xwest. Şehrîban diyar kir ku nikare xwe bi Kurdî bîne ziman û da zanîn ku tenê ji bo di asta zimanê xwe yê dayîkê de biaxive perwerdeyê dibîne. Şehrîban wiha got: “Zimanê dayîkê zimanê ku mirovatî destpêkê pê re dîlsozî ava kirî û hestên xwe bi awayek kûr tîne ziman e. Ji bo min zimanê dayîkê, hem kevirê bingehîn ê nasnameyê, hem jî qada ku fikir lê azad e. Mirov bi zimanê dayîka xwe hê xwezayî û bi hêz hîs dike. Kurdî ji bo min û bi milyonan mirovan, ne tenê amûrek pêwendiyê ye. Hilgirê çand, dîrok, lorîn, çîrok, êş û kêfxweşiyê ye. Windakirina zimanê dayîkê, wek windakirina perçeyek ji xwe ye.”
‘Zarok divê destpêkê fêrî zimanê dayîkê bibin’
Şehrîban Durmiş bal kişand ser girîngiya mezinkirina zarokan a bi zimanê dayîkê û wiha pê de çû: “Di zaroktiya xwe de dema ez di nava du zimanan de mam, hinek caran min ferq kir ku ez hestên xwe bi awayek aşkera nikarim bînim ziman. Dema zaroka min çêbû, min lêkolînên zanistî kir û min biryar da ku zarokên xwe bi zimanê dayîkê mezin bikim. Divê zarok destpêkê zimanê dayîkê fêr bibe. Ji ber ku demên herî zêde ziman lê bipêş dikeve, ger bingehê zimanê dayîkê neyê avêtin, piştre gelek zor dibe. Dema ev hişmendî zêde bû, ez hê zêdetir xwedî li zimanê xwe yê dayîkê derketim, hem jî dema ku zaroka min bi Kurdî axivî min girîngî da ku aramtir be.”
‘Zarokên bi zimanê dayîkê mezin dibin serkeftî ne’
Şehrîban Durmiş, da zanîn ku bi awayek zanistî mezinbûna zarokan a bi zimanê dayîkê, gelek bi sûd e û zarokên ku perwerda zimanê dayîkê digrin zêdetir kêrhatiyên wan ên têgîn, xwendin, fêmkirin û çareserkirina pirsgirêkan bipêş dikeve û wiha domand: “Zimanê duyem dikarin bi awayek baştir û mayînde fêr bibin. Ji ber xwe bê qîmet hîs nakin, qutbûna çandî najîn. Ev jî ji bo malbata wê hişmendiyek bi hêz û xwebûnê ava dike. Gelek lêkolînên li dinyayê UNESCO jî di nav de, nîşan didin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê, bi taybetî 6 salên destpêkê serkeftina akademîk zêde dike. Di heman demê de, dilsoziya bi dayîk û bav, dayîn û hestên xwe aşkera îfade bike hê asantir dibe. Ev jî bi awayek psîkolojîk zarokên bi tenduristtir e. Hem kesên zimanê dayîkê û hem jî zimanê duyem dizanin, di jiyana kar de, jiyana civakî û heta qada entelektuel de zêdetir bi avantaj in. Zarokên ku zimanê dayîkê dizanin, dinyayê rihettir hildigrin. Ne ji koka xwe qut dibin, ne jî ji civaka ku tê de dijîn, biyanî dibin.”
‘Ez bi zaroka xwe re tenê bi Kurdî eleqedar dibim’
Şehrîban Durmiş, destnîşan kir ku divê bi zarokan re dema dilîzin, çîrokan dibêjin, lorînan dibêjin, divê zimanê dayîkê bikar bînin û wiha dom kir: “Zarok jixwe dê li dibistanê zimanê din bizane. Di heman demê de ger gengaz be bila pirtûkên Kurdî, stran, fîlm û çîrok hebin. Di roja me de xwegihandina vana gelek hêsan e, ji ber ku em di dema înternetê de ne. Divê dema zarok dest bi dibistanê kir, vî zimanê dayîkê di malê de bi heman awayî dewam bikin. Dikarin bi malbatên din ên Kurd re bên ba hev, zarok bi hev re bi Kurdî bilîzin. Bi xwendinê em dikarin xwe zêdetir bipêş bixin û dara xwe ya peyvan dewlementir bikin. Ev jî sûd dide ku em ji zarokan re bibin modeleke bi kalîte. Ya herî girîng heskirina zimanê dayîkê, ne bi ceza û zoriyê, bi heskirin û bi karanîna xwezayî bidin zarokên xwe.”
‘Perwerdeya Kurdî mafek bingehîn e’
Şehrîban Durmiş diyar kir ku zimanê dayîkê mafek bingehîn e û got: “Perwerdeya bi zimanê dayîkê, ji bo zarok bi awayê herî baş fêr bibe bi sûd e. Li gelek welatan, mînak Swîsre, Kanada, Fînlandiya, perwerdeya ji zimanekê zêdetir tê pêkanîn. Rastiya ku Kurdî jî zimanê dayîkê yê bi milyonan zarokên ku li Tirkiyeyê dijî li holê ye. Ji bo qezenckirina statuyê, divê destpêkê di nava civakê de bikaranîna Kurdî zêde bibe, divê hilberîna nivîs û gotinê zêde bibe. Gava herî girîng wek kovar, pirtûk, şano û stranan, malbat di malên xwe de û derdora xwe de Kurdî zindî bihêlin e. Di çarçoveya zagonî û destûra bingehîn de, hem perwerda bi zimanê Kurdî were berfirehkirin, hem jî di aliyê demokratîk û pedagojîk de mijarek girîng e. Û mafê herî bingehîn ê mirovî ye. Nêrîna min zelal e. Bila tu zarok ji ber zimanê dayîkê nekevin rewşa paşdemayînê. Ev dê hem ji bo kes hem jî ji bo civakê bi sûd be.”