Li dijî kuştina jinan li Afrîkaya Başûr 'Xwepêşandana Mor'
Afrîkaya Başûr xwedî rêjeyên herî bilind ên kuştina jinan li cîhanê ye. Komên femînîst li seranserê welêt ji bo tundiya li ser bingeha zayendî protesto bikin "Protestoyek Mor" a 15 deqeyî li dar dixin.
Navenda Nûçeyan – Afrîkaya Başûr yek ji welatên xwedî rêjeyên herî bilind ên kuştina jinan li cîhanê ye. Amarên fermî nîşan didin ku her roj bi qasî heft jin têne kuştin û zêdetirî 100 jin rastî tecawizê tên. Ev yek bûye krîzek neteweyî ya têkildarî şîdeta li ser bingeha zayendî û bangên ji bo polîtîkayek "toleransa sifir" gur dike.
Komên mafên jinan li Afrîkaya Başûr, bi pêşengiya Tevgera Shutdown a femînîst, îro ji bo şermezarkirina şîdeta li ser bingeha zayendî banga xwepêşandanên berfireh li seranserê welêt kirin. Êrîşên li ser jinan li welêt pirsgirêkek berbelav û alarmdar e. Li gorî Neteweyên Yekbûyî yên Jinan, her du saet û nîvekê jinek tê kuştin, ev jî rojane dibe 15 jin.
Rêxistinên jinan, di çarçoveya çalakiya bi navê "Protestoya Mor" de, daxwaz kirin ku jin karên xwe rawestînin û li hundir û derveyî malên xwe 15 deqîqeyan li erdê razin da ku li dijî kuştinên jinan nerazîbûnê nîşan bidin.
Di Lûtkeya G20 a 2019’an de, welêt ragihand ku "tundûtûjiya li ser bingeha zayendî û komkujiyên li ser bingeha zayendî krîzeke neteweyî ne." Di vê çarçoveyê de, çalakvan pêşniyar dikin ku jinên li Afrîkayê û li çaraliyê cîhanê ji bo bîranîna kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane reş li xwe bikin, an jî binefşî wekî sembola tevgera femînîst li xwe bikin.