Li dijî kuştina jinan kampanya hat destpêkirin
Ji bo pêşîlêgirtina tundî û kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê Tora 8’ê Adarê’ kampanyayek da destpêkirin û banga piştirîdayîna kampanyayê li hemû beşên civakê hat kirin.
Navenda Nûçeyan- Ji bo pêşîlêgirtina tundî û kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê Tora 8’ê Adarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyayek da destpêkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Werin beşdarî me bibin da ku piştgiriyê bidin kampanyayeke berfireh a li dijî tundî û kuştina jinan li Herêma Kurdistan û Kerkûkê.”
Armanc bi kampanyayê rizgarkirina jinan e
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev kampanya ji aliyê Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê ve gelek rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl ve, bi piştgiriya çalakvanên li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê tê meşandin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku armanc bi vê kampanyayê ew e li seranserê welat tevgerek bê afirandin da ku jinan ji tundî, kuştin, şewitandin û xweşewitandinê rizgar bikin û ev bang hat kirin: “Em bang li hemû kesên ku li dijî kuştin û xweşewitandina jinan in û baweriya wan bi wekheviya zayendî heye dikin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.”