Li dijî krîza aborî ya Yemenê toreke nû ya piştevaniya jinên karsaz

Foruma ‘Bazra’ li Taîzê platformek aborî ye ku zêdetirî 200 jinên karsaz tîne ba hev, piştgirî, fînanse û perwerdeya taybet dide, di bazara kar de wan xurt dike û ji bo zindîkirina aboriyê herêmê qadek domdar diafirîne.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Şerê berdewam ê li Yemenê, di sala 2014’an de dest pê kir, bandorek giran li ser binesazî û debara jiyanê kiriye, biha bilind bûn û windakirina kar hat jiyîn. Foruma Jinên Karsaz a ‘Bazra’ ku li Taîzê yê li başûrê rojavayê Yemenê hatiye damezrandin, ji bo jinên karsaz wek modelek îstîsnaî derketiye holê.

Foruma ku ji aliyê jinên xwedî karsaziyan ve hatiye damezrandin û ew bi xwe rastî pirsgirêkên bazarê û encamên krîzê hatine, zêdetirî 200 jin, hem jinên heyî û hem jî yên di tengasiyê de ne, digre nava xwe. Bi dabînkirina piştgirî, fînanse û perwerdeyê, armanc dike bibe dengê nû yê aboriyê ku sûde bide zindîkirina aboriya herêmî û gihîştina xwe ber bi bajarên din ên Yemenê ve berfireh bike.

Hilbijartinên lîdertiyê

Di qonaxa destpêkê de ku berdewamiya pêvajoya damezrandina forumê ye, tîma rêveberiya forumê di qadek ku bi beşdarbûn û zelaliyê ve tê diyarkirin de hat hilbijartin. Ev tîm dê qonaxa din bi rê ve bibe û çavdêriya pêkanîna vîzyon û armancên forumê bike. Endamên tîma rêveberiyê her wiha weke gavek ku pabendbûna wan a ji bo avakirina pergaleke sazûmanî li ser bingeha rêveberî, hesabpirsîn û prensîbên xebata hevkar nîşan dide û ji bo afirandina pratîkên rêxistinî yên dê domdariya forumê misoger bikin, belgeyên damezrandin û rêxistinî îmze kirin.

Armanc pêşxistina jinan e

Der barê avakirin û girîngiya forumê de, endamên forumê ragihandin ku damezrandina wê encama hewldanên hevkariyê ye ku armanc dikin jinên karsaz li Taîzê bînin ba hev, hevkariya di navbera wan de xurt bikin, derfetên danûstandina ezmûnan berfireh bikin, hevkariyê ava bikin û qadek a karsaziyê ya bihêztir û domdartir bi pêş bixin. Bi vî rengî beşdariya jinan di pêşketina aborî û civakî de bi avakirina çarçoveyeke sazûmanî ya domdar piştgirî bikin.

‘Me bi 15 jinên karsaz destpê kir’

Berpirsa Çavdêrî û Nirxandina Rêxistina WASL Ebrar El-Ezazî, da zanîn ku fikra foruma ‘Seed’ ji pêdiviyeke rastîn a ku di qonaxa yekem a projeyê de hatibû destnîşankirin derketiye holê û tê de destpêkirina yekem platforma onlîne ku jinên karsaz li Taîzê bi hev ve girê dide jî hebû wiha got: “Pêdiviya platformê bi rêxistinek heye ku zoriyên cîhana rast ên jinên karsaz pê re rû bi rû dimînin nîşan bide. Ev yek bû sedema avakirina forumê. Di destpêkê de ji 15 jinên karsaz ku wek dengê 200 jinan kar dikir pêk hat. Armanca forumê ew e ku li Taîzê nûnertiya hemû jinan û xwediyên karsaziyan bike.”

Ebrar El-Ezazî da zanîn ku foruma yekem a vî rengî li bajêr bû, bi berfirehkirina pêşerojê re, armanc dike ku li hemû bajarên Yemenê bibe dengê jinên karsaz.

Pakêta xizmetê ya berfireh

Karsaz Safaa Abdulwalî piştrast kir ku Foruma ‘Bazra’ wekî navend û pergalek bingehîn ji bo piştgirîdayîn û pêşxistina projeyên nû zor ji bo jinên karsaz li Taîzê kar dike û got: “Forum bi riya komkirina ramanên wan, pêkanîna piştgiriya darayî, yan organîzekirina atolye û qursên perwerdeyê yên taybet, zêdetirî 200 jinên karsaz ên beşdar bi hêz dike. Girîngiya vê forumê ew e ku yekem foruma bi vî rengî li Taîzê ye û bi giştî li Yemenê ye, gelek jinên karsaz anîne ba hev û bi riya destpêkirin û pêşxistina karsaziyên wan de rêberiya wan kiriye.”

‘Armanc berfirehkirina projeyeyê ye’

Endama Forumê Aya Mehmûd anî ziman ku Foruma ‘Bazra’ pakêtek xizmetê ya berfireh û bi kalîte ye ji bo jinên karsaz pêşkêş dike, di nav de şêwirmendî, perwerde, fînansekirin û alîkarî, bi taybet balkişandina ser zindîkirina projeyên ku zehmetiyan dikşînin û wiha got:

“Forum pergalek piştgiriyê ya yekgirtî ava dike ku pêdiviyên aborî, civakî û derûnî yên jinan çareser dike. Ev yek ji bo jinên karsaz dibe sedema gaveke bi kalîte û di nava şer û pevçûnên berdewam de aboriya herêmî ya Taîzê xurt dike. Planên stratejîk ên forumê armanc dikin di pêşerojê de berfireh bibin da ku hemû bajaran bigrin nav xwe.”

‘Forum pergaleke sazûbûyî ye’

Xwediya projeya ‘Bebro Cafe’, Sahar Ehmed, da zanîn ku Foruma ‘Bazra’ weke pergalek sazîbûyî ya domdar bi armanca bihêzkirina jinên karsaz bi avakirina hevkariyên bi bandor û pêşxistina jêhatîyên wan ên nûjen û zanîna bingehîn ji bo mezinbûna projeyên wan ên aborî hatiye damezrandin.

Ji pêwîstiyên jinan re çareseriyan bi pêş dixe

Aya Ehmed diyar kir ku taybetmendiya cihêreng a forumê ji ber wê ye ku ew ji hêla jinên karsaz ên di bazara herêmî de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne ve hatiye damezrandin ku ev yek wan dixe rewşek bêhempa da ku hewcedariyên jinên çalak fêm bikin û çareseriyên pratîkî bi pêş bixin.

Forumê piştrast kir ku ew niha amade ye piştgirî û xizmetê bide zêdetirî 200 jinan, wan ji hêla aborî ve bi hêz bike, gihîştina wan a derfetên fînansekirinê asan bike û alîkariya wan bike ku torên pîşeyî ava bikin.