Li dijî erkdarkirina Hatim Ebû Şeqra li Kobanê daxuyaniyên şermezarkirinê

Konra Star a bajarê Kobanê û Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Firatê bi daxuyaniyên cuda, erkdarkirina çete Ehmed El-Hayis weke fermandar şermezar kirin. Di daxuyaniyan de dadgehkirina wî li ser kiryarên ku kirine, hat xwestin.

Kobanê –  Wezareta Parastinê ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, di 5’ê Gulanê de çeteyê bi navê Ehmed El-Hayis ku bi Hatim Ebû Şeqra tê naskirin, weke fermandarê firqeya 86’an li Reqa, Hesekê û Dêrezorê hat erkdarkirin.

Hatim Ebû Şeqra li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sûcên şer ên belgekirî pêk aniye ku ji nava wan, qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef û lîstina bi termê.

Piştî ev biryar derket, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên tund derketin holê. Di vê çarçoveyê de îro li bajarê Kobanê yê kantona Firatê, Rêxistina Kongra Star û Meclisa Edaleta Civakî daxuyaniyên cuda dan.

Daxuyaniya ku li Qada Jina Azad ji aliyê endama Kongra Star ve Kirîstîn Bozan ve hat xwendin, wiha ye:

“Şoreşa me ne tenê şoreşeke leşkeri ye lê belê  şoreşeke civakî, siyasî û stratejik e li hemberî hişmendiya dagirkirin, qirkirin, tunekirin, tecawizkirin û binpêkirina mafên jinan e ku îro desthiladariya dewleta Tirk û serçeteyê wê der heqê gelê me û jinan de tê meşandin. Di dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewleta Tirk û çeteyê wê bi darê zorê xwestin vîna jin û gelan binpê bikin. Di şexsê Hevrîn Xelef de xwestin hêza jinab tune bikin lê îro bi hezaran Hevrîn riya rastiyê dişopînin û wê tu çarî ranewestin heta edalet pêk were.

“Şoreşa me li ser keda şehîdan hat avakirin bi saya bi hezaran şehîden weke Hevrîn Xelef em gihîştin van rojan. Pergala ku niha jî tê meşandin hewl dide tolê ji soreşa jinan bistîne, ji bo wê jî kujer û  tecawizkar Hatim Abû Şeqra aniye ser erkên leşkerî bi vî awayî dixwazin careke din hovîtî,  kuştin, tecawiz û hwd. zindî bike. Li Şûna ku were cezakirin, ew di erkên bilind de cih digre. Ji bo vê em bi tundî vê bûyerê şermezar dikin û bi tu awayî qebûl nakin. Em weke rêxistina jinan Kongra Star bang  li mafên mirovan, rêxistinên jinan û saziyên dadmendiyê dikin ku ev kes were cezakirin û em ê heta dawiyê  têkoşîna xwe mezin bikin û hesab ji kujere Hevrîn Xelef  bixwazin. Kesên kujer û kesên ku destên wan di xwîna jin û zarokên me de heye,  cihê wan li ba me tune ye.” 

Hevseroka Meclisa Edaletê Rewşen Hacim jî di daxuyaniyê de axivî û got:

“Piştî têkçûna pergala rejîma Baasê, çavên gelên Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li azadî û wekheviyê bû. Bi erkdarkirina Hatim Ebû Şeqra re ji aliyê Wezareta Parastinê ve, ev hêviyên me têk çûn. Tê zanîn ku ev kes sûcên xwe yên şer hene, bi taybetî sûc li hember jinên Êzidî û qetilkirina Hevrîn Xelef heye ku ev bûyer bi deng û dîmen hatiye belgekirin.”

“Erkdarkirina Hatim Ebû Şeqra di saziyeke wiha hesas de ku destên wî di xwîna gelê Sûriyeyê de heye, tê wateya binpêkirina hem pîvanên mirovî, hiqûqî û yên navdewletî. Lewre em bang li rêveberiya demkî ya Sûriyeyê dikin ku ji vê biryarê paşve vegere û li şûna wê, hesab jê were xwestin û darizandin.  Em ê jî li ser vê şopê biçin da ku edaleteke demokratîk were avakirin.”