‘Li dijî êrîşan emê berxwedana xwe xurt bikin’

Çalakvan Zara Ehmed Ezîzî têkildarî êrîşên dewleta Tirk got ku “Armanca êrîşên dewleta Tirk tunekirina dengê azad e. Li dijî êrîşan emê bi berxwedan û têkoşîna xwe rabin. Em nahêlin destkeftiyên me tune bibin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Êrîşên dewlet Tirk ên li dijî gelê Kurd ê azadîxwaz, didomin. Li başurê Kurdistanê hemwelatî, rojnamevan û sîyasetmedaran dike hedef, çalakvan û rojnamevanan qetil dike. Ji 1’ê Çileya 2024’an heta Îlona 2024’an dewleta Tirk 29 hemwelatî qetil kirin. Herî dawî li Ranyayê di 27’ê Çileya 2025’an de erebeyek kir hedef. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze gelê Kurd tune bike.

‘Em ê berxwedana xwe xurt bikin’

Çalakvan Zara Ehmed Ezîzî, li hember van êrîşan ji ajansa me re axivî. Zara diyar kir ku dewleta Tirk dengê azad û fikrên azad dike hedef û wiha berdewam kir: “Armanca dewleta Tirk a dagirker, tunekirina dengê azadiyê ye. Bi alîkariya xeta xiyanetê li başurê Kurdistanê çalakvan, rojnamevan û hemwelatiyan dike hedef. Li her aliyê Kurdistanê li dijî fikrên azad êrîş hene. Dewleta Tirk a dagirker di 27’ê çileyê de bi balafirên bê mirov û bi çek çalakvanên siyasî li ser xaka Kurdistanê qetil kir. Li asûmanên Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker azadiya têkoşeran dike hedef. Bi şehîdxistina têkoşeran em ê xebatên xwe hîn  xurtir bimeşînin.”

‘Li dijî her cûrê êrîşan emê rabin’

Zara Ehmed diyar kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê belav bûye û wiha got: “Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê li ser vê fikr û felsefeyê xwe birêve dibin. Li Rojava ji ber pergala Rêveberiya Xweser, êrîşên li herêmê zêde bûne. Lê belê li Başurê Kurdistanê tevî hebûna fikrê azadî û destekdayînavî fikrî, pêwîstî bi zêdetir berxwedan û têkoşînê heye. Da ku em li dijî her cûrê xiyanet û êrîşan rabin.”

‘Em rê nadin tunekirina fikir û felsefeya Rêber Apo’

Zara Ehmed di dawiya axaftina xwe de peyama dilsozî û biryardariya jinan da û wiha got: “Bi şehîdxistina havalên me ewê dewleta Tirk nekaribe fikrê felsefeya me ji holê rake. Emê  xebat û têkoşîna xwe bidomînin. Em rê nadin dijmin ku dawî li vî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne. Erkê her Kurdek e ku li dijî xayînên welatê me serî rakin. Divê em hewl bidin ku desthilatên xwefiroş û xakfiroş ji holê rabin.”