Li dijî endama sendîkayê Jale Ruhzad zexta binçavkirinê

Endama sendîkayê Jale Ruhzad piştî dayîna îfadeya xwe bi tohmeta "propagandaya li dijî rejîmê" bi kefalet hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Parêzer Hüseyin Tâc li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku mamoste û sendîkavanê teqawîtbûyî Jale Ruhzad careke din ji bo Dozgeriya Ewlehiyê hatiye gazîkirin û bi "tevlîbûna çalakiyên propagandayê yên li dijî rejîmê" hatiye tawanbarkirin.

Parêzer her wiha ragihand ku piştî ku sûcdarî ji wê re hatiye ragihandin, Jale Ruhzad bi kefalet hatiye berdan.

Roja Çarşemê, 16’ê Cotmehê, hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Îstîxbaratê bi ser mala Jale Ruhzad de girtin û dest danîn ser eşyayên şexsî yên wê û mêrê wê Îsmaîl Geramî. Endama sendîkayê ji ber xirabûna rewşa tenduristiya xwe rakirin nexweşxaneyê û li beşa lênêrîna giran hatin bicihkirin.

Jale Ruhzad berê hatibû girtin û ji ber çalakiyên wê yên sendîka û mafên sivîl li dijî wê doz hatibû vekirin.