Li dijî darvekirinê kampanya hashtagê hate destpêkirin
Li ser medyaya dijîtal ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yê ji bo Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî kampanyayek hashtagê (WeProtestExecution#) hatiye destpêkirin û banga tevlîbûnê hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Gulrox Êrayî ya li girtîgeha Evîn ya li Îranê tê girtin, bi peyamekê ragihand ku dijî cezayê darvekirinê yê hatî dayîna Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, li ser torên medyaya dijîtal kampanyaya hashtagê (WeProtestExecution#) hatiye destpêkirin.
Gulrox Êrayî ragihand ku kampanya hashtagê (WeProtestExecution#) şevê din destpêkiriye û kampanya bi daxwaza hilweşandina biryara cezayê darvekirinê hatiye destpêkirin, ji ber ku metirsî li ser jiyana Werîşe, Pexşan û Şerîfe heye.
Di heman demê de Gulrox Êrayî bang li her kesê kir ku beşdarî kampanyaya Hashtag bibin da ku jinên Kurd rizgar bibin.
Çi bûbû?
Di 8’ê Çileyê (2025) de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.
Herwiha cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.
Di 13’ê mehê de Kampanya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medya dijîtal ragihand ku di carek din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birîn.
Hate diyarkirin di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê Serokê Liqa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.
Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.