Li dijî 'darvekirinê' banga çalakiyê

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê bi armanca şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li Endama KJAR'ê Werîşe Mûradî hat dayîn, banga li dijî darvekirinê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Ji bo Endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê tê girtin, ji aliyê 15’emîn Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi sûcdariya “xiyaneta li welat” cezayê darvekirinê hat birîn.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku cezayê darvekirinê ya Mûradî ku rûniştina wê di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin û bang li hemû jinan û raya giştî ya hestiyar kir ku darvekirinan rawestînin.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) jî ev bang li karker û kedkaran kir: “Bêdengî darvekirinan zêde dike, ji darvekirinan re bibêjin na, çi ji destê we tê bikin!”