‘Li dijî civata Aborjîn qirkirina sîstematîk tê pêkanîn’

Li eyaleta Victoria ya Avustralyayê li gorî encama lêkolîna 4 salan, mêtingerên ku ji Ewropa hatine, li dijî civata Aborjîn qirkirinek sîstematîk pêk anîne.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Victoria ya Avustralyayê li gorî encama lêkolîna ku 4 salan berdewam kiriye, mêtingerên ku ji Ewropa hatine, li dijî gelê Aborjîn qirkirinek sîstematîk pêk anîne. Di rapora dawî ya Komîsyonê ku pêşkêşî Parlementoya Avustralyayê kir de, komkujiyên girseyî, tundiya zayendî, zarokên bi zorê ji malbatên wan hatine girtin û polîtîkayên asîmîlasyonê hatin bibîrxistin. Hat destnîşankirin ku civata Aborjîn a li eyaletê hema bêje ber bi ‘tunebûna bi tevahî’ ve biriye.

Divê civat werin îadekirin

Komîsyonê bal kişand ser bandorên rasterast yên vê pêkanînê ku di dema mêtîngeriyê de mane. Komîsyonê bang li hikûmetê kir ku tazmînata madî bide û ji bo vegerandina xaka bapîran gavan biavêjin. Seroka eyaleta Victoriayê Jancinta Allan, ragihand ku xebatên komîsyonê pêşniyarên hikûmetê wê bi baldarî binirxînin û got: “Rastî bi vê raporê derdikeve holê. Ji bo gelê Victiroa bighê pêşeroja baştir, gavan davêjin.”

Di sala 1788’an de beriya ku Ewropî bên Avustralyayê, nifûsa Aborjîn nêzî milyonek kes bû. Îro  nifûsa Avustralya ya 26 milyon, tenê ji sedî 3,8’ê wê ji Aborjînan pêk tê. Di qadên gel ên xwecihî, tenduristî û aramiyê de rastî cûdahiyan tên. Bendewariyên jiyana Aborjiniyan li gorî netewî di bin 8’yî de ye. Di heman demê de rêjeya girtîgehan her tim zêde dibe. Komîsyon di rapora xwe de ev tişt gotin: “Newekheviya aborî ya di roja me de û astengiyên xwegihandina mafên Netewên Yekbûyî, rasterast pêkanîna mêtîngerî û mîrasa dûrxistina bi destê dewletê tê meşandin e.”