Li dijî agahiyên ne rast ciwanan hişyar dike

Li Başûrê Kurdistanê li ser medyayê agahiyên şaş tên ragihandin û şerê taybet tê meşandin. Li dijî vê jinek nûçegihan ya li Helebce bi semîner û panelan dixwaze ciwanan hişyar bike û daxwaz ji gel dike ku medyaya rast û ne rast ji hev cûda bikin.

MÎHERÎBAN SELAM  

Helebce – Li Başûrê Kurdistanê, ji ber zêdebûna dezgehên ragihandinê, di temaşevan û bîneran de nediyariyek ava bûye. Ji ber bûyerên li pey hev û avabûna gelek cûrên ragihandina sîber û ne berpirsyar, gel xistiye bin zexta derûnî. Sedemê wê jî bi belavkirina nûçeyên ne rast û medyaya ne rast, cihê medyaya rast girtiye.  Di medyaya dijîtal de gelek malper derketine û xwe wek dezgehên ragihandinê dibînin û nûçeyên berevajîkirî û ne rast diweşînin. Van malperên ku li dijî civakê şerê taybet dimeşînin li gorî exlaqê ragihandin û erk û rêgezên bingehîn tevnagerin.  

‘Medya divê erkê çarem be û bibe deng û rengê gel’ 

Nûçegihan Govar Bextiyar ku niha hewl dide bi rêya semîner û panelan ciwanan hişyar bike ku ciwan bizanin çavkaniya wan a nûçeyan kijan cûrê medyayê ye, wiha got: “Medya amûrek ya gihandina fikir û agahiyên rast e. Di erka çarem de cih digre û divê bibe deng û rengê gel a bingehîn. Di heman demê de reng û deng bigihîne desthilat û aliyên peywendîdar.” 

‘Medyayên ne rast zêde bûne, divê hemwelatî hişyar bin’ 

Nûçegihan Govar Bextiyar, da zanîn di roja me ya îro de medyaya rast û ne rast gelek zêde bûne, ji ber vê divê hemwelatî agahdar bin û bikarin ji hev cûda bikin û got: “Medyaya rast divê nûçeyên rast û pêbawer bidin, hewl bide çandê baş rêve bibe û ciwanan baş perwerde bike. Her wiha divê riya rast nîşa gel bide û mijarên girîng bike rojevê. Lê belê niha gelek malper û medyayên bazarî derketine holê û hemû kesê ku mikrofon girtiye destê xwe bûye rojnamevan. Ev jî dibe sedem ku hinek caran kes nizane ji çi û kîjan nûçeyê bawer bike.” 

‘Divê civak bi awayekî rast bê agahdar kirin’

Nûçegihan Govar Bextiyar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo cûdakirina van cûrên medyayê ku gel rastî tên, tiştên ku divê were dîqatkirine ewe ku, di nûçeyan de derew û berevajîkirin heye an jî dibêjin li gorî çavkaniyekê û dibêjin çavkaniyê nexwest navê xwe bide. Ew ji bo gel û bîneran ne cihê baweriyê ye. Divê agahiyan ji bo temaşevan û bîneran rast têbigihin û nabe karek bike ku ziyanê bide çandê û badora wê ya nerênî hebe.”