Li dibistanên başûrê Kurdistanê waneya yekem ji bo berxwedana Rojava hat dayîn

Di çarçoveya çalakiyên ji bo piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, waneya yekem a xwendekaran ji bo berxwedana li Rojava hat veqetandin.

Navenda Nûçeyan- Îro li tevanî dibistanên fermî û taybet, Wezareta Perwerdeyê waneya yekem ji bo piştgiriya ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê re veqetand. Li dibistana amadeyî ya bajarê Silêmaniyê, di waneya Zimanê Kurdî de qala berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Her wiha li dibistanên bajarokê Çemçemal waneya taybet ji bo piştevaniya Rojava, neteweyî û dîroka gelê Kurd hat dayîn. Her wiha mamostayan di waneyê de behsa xebat û berxwedana Rojavayê Kurdistanê kirin.

Li bajarokê Ranye ya navenda îdareya Germiyanê jî waneya yekem ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat veqetandin û xwendekar û mamosteyan piştevaniya xwe ji bo Rojava ragihandin.