Li deryaya Ege keştiya koçberan bin av bû
Li peravên Yewnanistanê ya Deryaya Ege, di encama bin avbûna keştiya koçberan de zarokek û jinekê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan- Hate diyarkirin ku li nêzî greva Ikaria ya li Deryaya Ege keştiya koçberan ku nêzî 50 koçber têde bû bin av bû.
Cenazeyê jinek û zarokek biçûk li peravên avê hatin dîtin. Hate diyarkirin ku 50 koçber hatine rizgarkirin û sê kes windane.
Hate diyarkirin ku ji destpêka meha Kanunê ve, di encama bin av bûna keştiyan li peravên Girît de, 17 kes mirî hatin dîtin û 15 kes winda ne, tenê du kes hatine rizgarkirin.
Komseriya Bilind a Koçberên girêdayî NY (UNHCR), da zanîn ku di 2025’an de li peravên Yewnanistanê 107 kes mirine an winda bûne. Li gorî Missing Migrants a projeya Rêxistina Koçê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ye, ji sala 2014’an heta niha nêzî 33.00 koçber li deryaya spî mirine an jî winda bûne.