Li Dêrazorê jin xebatên xwe yê salekî nirxandin
Meclisa Jinan a girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist û plansaziya sala pêş diyar kir.
Dêrazor – Meclisa Jinan a girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane (2025) li dar xist li avahiya meclisê ya li bajarokê Hisêniyê li dar xist.
Civîn bi dirûşma "Hevjiyana azad mîsogeriya aboriya civakî ya komînal e" bi amadebûna nûnerên Meclisa Jinan a Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Desteya Jinan a Kantona Dêrazorê pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirinê Hevseroka Meclisa Aborî û Çandiniyê, Feyhaa El Mustafa, rewşa siyasî nirixand.
‘Rêveberiya Xweser ji bo pêşketina jinan derfetên berfireh ava kir’
Feyhaa bal kişand ser rewşa jinan û rola wan di nav civakên çandinî û gundan de û diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşketina jinan di jiyana civakî û siyasî de derfetên berfireh ava kiriye.
Piştre rapora salane ya Meclisa Jinan a di nav Meclisa Aborî û Çandiniyê de hate xwendin, her wiha sînevizyone der barê projeyên aborî yên herî berbiçav ên ku ji hêla meclisê ve di sala borî de hatine pêkanîn, hat pêşandan.
Civîn bi gotûbêjên di navbera beşdaran de berdewam.
Di dawiya civînê de, Mecila Jinan a di nav Meclisa Aborî û Çandiniyê de plana xwe xebatê ya salana 2026’an ragihand.
Hin biryarên ku hatin giritn wiha ne:
* Avakirina heşt nanpêjxaneyên navendî yên ku bi piranî ji hêla jinan ve têne xebitandin, bi armanca peydakirina derfetên kar ji bo 50 jinan.
* Tevlêkirina jinan di sektorên sereke yên hilberînê yên di nav civakê de.
* Pêşkêşkirina derfetên kar ên domdar ji bo jinan.
* Avakirina sê projeyên çandiniyê yên taybet ji bo jinan, ji bo çandina sebze û şitlan.
* Perwerdekirina jinan li ser rêbazên çandiniyê yên nûjen û pêşxistina jêhatîyên wan.