Li Denîzliyê di wargeha KYK’ê de 97 xwendekar jehrî bûn

Hate hînbûn li wargeha KYK’ê ya Çîvrîlê 97 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn.

Navenda Nûçeyan- Li Wargeha Xwendekaran a Çîvrîlê ya Girêdayî KYK’ê ya li navçeya Çîvrîl a Denîzliyê 97 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn.

Xwendekarên ku di nîvêşevê de zikê wan diêşiya, vedireşiyan û serê wan diziviriya, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê. Di mudaxileya ewil de hate tespîtkirin ku xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûne. 93 xwendekarên tedawiya wan temam bûyî ji nexweşxaneyê derketin û tedawiya 4 xwendekaran jî didome.