Li Darfûrê hezaz: Zêdeyî hezar kes mirin

Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê ku ji ber pevçûn û rêgiriya li ser herêmê xela hatiye ragihandin, hezazek mezin çêbû û ji ber hezazê zêdeyî hezar kes mirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên xwecihî, gundê Tarasînê ji ber hezaza mezin a 31'ê Tebaxê serûbin bû. Li gorî daxuyaniya Artêş-Tevgera Rizgariyê ya Sûdanê, li gund zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku tenê mirovek sax maye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hezaza mezin û hilweşîner gundê Tarasînê bi temamî xerab kir. Li gorî agahiyên destpêkê gundî hemû mirine.”

Komê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya mirovî ya navneteweyî kir ku ji bo derxistina cenazeyên di binê axê de alîkariyek lezgîn bikin.

Waliyê Darfûrê Mînnî Arko Mînawî jî bûyer wek 'trajediyê' pênase kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez bikeve tevgerê û got: “Ev trajedî ewqasî mezin e ku gelê me bi tena serê xwe nikare ji bin derkeve.”

Şerê navxweyî û felaket

Li Sûdanê ji Nîsana 2023'an û vir ve di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şerekî navxweyî diqewime. Li herêmê xela hatiye ragihandin û gefa birçîbûnê li ser milyonan mirovî heye. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di şer de, bi deh hezaran kes mirin, zêdeyî 14 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne.