Li Curnê Reşê hilbijartin: Gef li gundiyan tê xwarin

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li navçeya Curnê Reş ku wê hilbijartinên xwecihî lê bê dubarekirin, AKP’ê gefa “Ger em bi ser nekevin em ê av û ceyrana we bibirin” li keyayan û gundiya dixwe.

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Curnê Reş ku dê hilbijartina xwecihî lê bê dubarekirin, li ber avahiya navçeya DEM’ê daxuyaniya çapemeniyê da.

Parlamentera DEM’ê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş û rêveberên partiyê beşdar bûn. Beştaş di daxuyaniyê de axivî û bi bîr xist di hilbijartina 31’êr Adarê de sindoqên wan ji aliyê endamên AKP’ê ve hatine şewitandin û tiştên li wir qewimîne wek “êrişek çetekarî” bi nav kir. Meral Daniş Beştaş, kirinên AKP’ê yên li navçeyê rexne kir û diyar kir ku xelkê navçeyê di 31’ê Adarê de îradeya xwe radestî DEM Partiyê kiriye û wiha got: “Li hemberî partiyek ku wê dirûst be, heqî be û rêzê ji îradeya gel re bigire tune ye. Ji wekîlên AKP’ê bigire heta walî, ji cendirmeyan bigire heta hemû hêzên saziyên dewletê li Curnê Reş li dijî DEM’ê dixebitin. Bi hêza cemaweriyê li ber îradeya gel dixebitin. Naxwazin gel navçeya xwe bi rê ve bibe. AKP ew partî ku navê wê bi darbeyan dê were nasîn. Deynên zêde hiştiye. Bêehlaqiyên siyasî heta dawiyê bikar anîne. Wê şaredariya gel ji aliyê gel ve bê birêvebirin. Gel wê tercîha aliyê xwe bike. Ew çi dikin? Gefa, ‘em ê ava we û ceyrana we bibirin’ li keyayan û gundiyan dixwin.”

‘Wê nikaribin vê têkçûna xwe bisekinînin’

Meral Daniş Beştaş, destnîşan kir ku wê li dijî propagandaya desthilatdariyê û saziyên dewletê dê gel şaredariya xwe bi rê ve bibe û got: “Bila gelê me qet meraq neke, zikê me ji van gefên wan re têr e. Qeymeqamî wek buroya hilbijartinê ya AKP’ê tê bikaranîn. Em kesên li dijî îradeya gel xizmêtê dikin hişyar dikin; em her gavên hûn diavêjin dibînin û li pey we ne. Wê di 2’yê hezîranê de hilbijartinek di navbera zilm û demokrasiyê de bê kirin. Di 31’ê Adarê kesên ku tevî zilma xwe têk çûn jî wê carek din têk biçin. Wê nikaribin vê têkçûna xwe bisekinînin.” 

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku beriya hilbijartinê li navçeyê bi ser ÎŞKÛR’ê re 500 karker girtine kar û wiha axivî: “ÎŞKÛR jî bûye amûra destê AKP’ê û xwe bikar tîne. Em dibînin ku ev sepan sosretek çawa ye. Em bang li gelê xwe yê Curnê Reş dikin; werin em bi hev re ferqa dengê xwe derxin 2 qatan, 5 qatan. Tabloya niha pir xweşik e. Li Curnê Reş ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Em amade ne ku li Curnê Reş carek din AKP’ê têk bibin.”