‘Li Colemêrgê li dijî şerê taybet divê xeta hevpar a têkoşînê were avakirin’
Hevseroka şaxa ÎHD ya Colemêrgê Sîbel Çapraz anî ziman ku li Colemêrgê şerê taybet ji ekolojî heta çandî pir alî tê bikaranîn, diyarkir ku li dijî van polîtakayan bêdeng nabin û li dijî vê yekê pêwîstî bi pêşxistina xeta têkoşîna hevpar heye.
MEDÎNE MAMEDOGLÛ
Colemêrg- Yek ji bajarê herî zêde ku polîtakayên şerê taybet ên weke asîmîlasyon, hilweşîna ekolojîk, binçavkirin, girtin, îşkence lê tê jiyîn Colemêrg e. Li bajarê ku gelek gund di bin dorpêçê dene, her gava gel bi hinceta ‘ewlehiyê’ tê qedexekirin. Çavkaniyên xwezayî yên li herêmê desthilat difroşin şîrketan. Herî dawî ji aliyê Îsmet Olmez ê AKP’ yî ve ocaxa madenê ya hatî vekirin, gefê li tendirûstiya gelê gundê Marînus dike, hate zanîn ku li Dercik di sahaya lêgerîna petrolê de ziyan gihandine qadên zozan û jiyana gundiyan .
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê Sîbel Çapraz diyarkir ku binpêkirina mafan ên li bajar bi awayek sistematîk tê meşandin, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan dikin rapor, di her alî de wê bibin şopdarên pêvajoyê.
‘Qadên jiyana gel hem tê binpêkirin û hem jî tê xesp kirin’
Sîbel Çapraz bal kişand ku li bajar bênpêkirin di jiyan, tendirûstî, xwarin, ekolojîk û xala kar de tê jiyîn û wiha got: “Dema li bajar em li binpêkirinên mafan meyze dikin, divê em valiyên wê yên cûda bigrin dest. Ev bajar di cihê sînorê du welatan deye, yek ji bajarên ku binpêkirinên maf û jiyanê lê herî zêde tê jiyîn e. Di mijara van binpêkirinan de ez dixwazim ji gundên li sînor destpê bikim. Ji ber li gundên sînor mirov di nava zextek dijwar de ne. Em dizanin li gundê Dûve mirov di cîhazê X-ray re derbas dibe wisa dikeve gundên xwe. Ev pêkanîn li gundekê tenê nîne. Tirsa me belavî hemû gundan bibe ye. Li vê derê ketina gundê Onbaşlar ên ku herî nêzî sînor, me zanî ku di kontrola GBT û di saetên diyar de ketina gund tê girtin. Xwarinên ku gundî tinin jî bi kota ye. Der barê vê de xebatên me berdewam dikin, lê belê divê em vê yekê binin ziman, ev rewş ne tenê ÎHD divê hemû STK’ yî li ser vê mijarê rawestin.”
‘Li bajar rewşek giran ya tecrîdê heye’
Sîbel Çapraz da zanîn ku îfadeyên di navendî de ku weke ‘bajarê aram’ derbas dibe ji rastiyê dûre, diyarkir ku mirov li mala xwe rûniştî û di xwezayê de dema lawirên xwe diçêrinin ji nişkave mafê wan yê jiyanê tê xespkirin û wiha dom kir:
“Li xala qedexe de binpêkirinên cidî tê jiyîn. Mirovên li vêderê hem di karê ku ji bo dahata jiyana xwe bikin û hem ji di mala xwe de rûne zoriyan dikêşe. Mirov hertim tên sînordarkirin yan jî astengkirin. Ev astengî jî hertim ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê kirin. Mirov li vêderê jiyana bi aram ya ku dixwazin berdewam nakin. Beyanên çapemeniya navendî ya ku her dibêje ‘mirovan aramî dîtin’ bi temamî derewe. Li vêderê ewlehiya mirov ne di mala xwe de, ne jî li zozanên xwe, ne jî dema lawirên xwe diçêrînin ne diyare. Li her cihê ku gav di avêjin sînordariyek tê. Tecrîda ku li girtîgehan îro li bajar gav bi gav tê jiyîn. Ev hem mirovî û hem jî hiqûqî tiştên ku tê jiyîne. Lê belê tevî hemû bangên me û xebatên me rê li pêşiya van binpêkirinan nayê girtin.”
‘Divê xeta hevpar a têkoşînê were avakirin’
Sîbel Çapraz bal kişand ku çêkera demografîk ya bajar hatiye hedefgirtin, îşaret bi wê yekê kir ku divê hemû partiyên siyasî û STK’ yên li bajarê xeta hevpar a têkoşînê ava bikin û ev tişt got: “Ji derveyî van qedexeyan, di civakê de qirkirinek cidî tê jiyîn. Li bajar temenê bi karanîna medeyên hişber bûye 9 salî. Me der barê vê de rapor amade kir, me anî ziman ku ev mijar hesas e. Lê belê tu hişyariyên me bersîv negirt. Ev civak û ev xak ya me ye. Ji ber vê dêvê em ji bo ciwanên xwe û gel têkoşînê bikin. Divê li dijî van binpêkirinên mafan hemû partiyên siyas û STK xebatek hevpar bidin meşandin. Divê ji bo qirkirina eko ya ku heye tedbîr werin girtin. Ji bo hê zêdetir texrîbat neyê jiyîn, divê li bajar hevkariyek cidî were jiyîn. Ger em li dijî vê îşkence û binpêkirin bêdeng bimînin, wê zêde bibe. Em vê di pratîkan de bi awayek eşkere dibînin. Pêkanînên salên 90’an li vê bajarî tê jiyîn. Ji gava tê avêtin û her gotina tê kirin lê vêderê pêvajoyek polîtîk tê pêkanîn.”