Li Colemêrgê bi hezaran kes ber bi qada mitîngê ve diherikin

Li Colemêrgê mîtînga ku bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” li dijî desteserkirina vîna bi deh hezaran kesan were lidarxistin, dest pê kir.

Navenda Nûçeyan- Li Colemêrgê mitînga ku dê li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê, bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” were lidarxistin, bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê û pêkhateyên wê û rêxistinên civîl ên civakî dest pê kir. Ji gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin cihê mitînga ku dê li otogara li taxa Tekserê ya Colemêrgê bê lidarxistin. Têketina otobusan a bajêr hat astengkirin. Li ser vê yekê hinek welatiyên ku ji otobusan peya bûn bi peyatî, hinek jî bi wesayîdên bajêr hatin navenda bajêr û berê xwe dan avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê. 

 Bi deh hezaran kes ber bi qada mitîngê ve diherikin

Bi nêzbûna dema mîtîngê re bi hezaran kes bi dirûşmên "Colemêrg ya me ye", "Bijî berwxedana Colemêrgê", "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" ber bi qadê ve meşiyan. Li qadê pankartên “Em ê tecrîdê bişkînin em ê qeyûm bişînin”, “Ji qeyûm re na, ji xespê re na”, “Dest nede vîna min, şaredarî yên gel in”, “Ne qeyûm ne tecrîd, azadî ji bo gelê Kurd” û “Qeyûm talan e, em rê nadin xespê” hatin daliqandin. Herîkîna gel a ji bo mitîngê didome.

Tê payîn ku hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan, hevserokên giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir, hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, hevserokên DEM Partiyê yên Colemêrgê Humeyra Armût û Kadîr Şahîn, endama MYK’a Halkevleriyê Sevînç Hocaogûllari, endamê MYK’ê yê EMEP'ê Orhan Kûrûl, endamê MYK’ê yê Partiya Şoreşger Enes Ûgûr Tekîn, endamê MYK'ê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Hidir Yildirim, berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, berdevka Partiya Şoreşger a Sosyalîst (SODAP) û parlamentera DEM Partiyê Kezîban Konûkçû, hevseroka giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, serokê giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, hevseroka giştî ya Partiya Jinûveavakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, hevseroka giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş dê di mitîngê de biaxivin.