Li çiyayên Kurdistanê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê YRK û HPJ’ê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 22’yemîn salvegera damezrandina PJAK’ê şahiyek lidar xistin.

Navenda Nûçeyan – Gerîlayên Yekîneyên Parastina Rojhilat (YRK) û Hêzên Parastina Jinê (HPJ), bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 22’yemîn salvegera damezrandina  Partiya Jiyanê Azad Kurdistan (PJAK) şahiyek lidar xistin. Di şahiyê de hêzên YRK, HPJ û Endamên PJAK’ê amade bûn.

Di destpêka bernameya şahiyê de merasîma leşkerî hat lidarxistin. Di merasîma leşkerî de Hevseroka Partiya Jiyanê Azadê Kurdistan (PJAK) Peyman Viyan axivî.

‘Rojbûna Rêber Apo zayîna gelê Kurd e’

Peyman Viyan di axaftina xwe de diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de zayîna gelê Kurd e. Her wiha got ku  damezrandina PJAK’ê tê wateya destpêkirina tekoşînê, ji ber vê yekê 4’ê Nîsanê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê du wateyên xwe yên cuda heye. Peyman Viyan destnîşan kir ku tekoşîna bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bakurê Kurdistanê destpê kir, li Rojhilatê Kurdistanê  jî belav bû û heya roja îro ev tekoşîn bi pêşengtiya PJAK’ê berdewam dike û axaftina xwe wiha domand: “Di sala 1999’an de komployek navneteweyî li dijî Rêber Apo hat pêkanîn. Di vê komployê de gelê Rojhilatê Kurdistanê bertekên pir mezin raber kir û bi hezaran ciwanên Kurd berê xwe dan Tevgera Apoyî. Bi vê mebestê sala 2004’an 4’ê Nîsanê Partiya Jiyanê Azad Kurdistan (PJAK) hat avakirin. Ev dîrok di rojhilatê Kurdistanê de tu carî nayê jibîrkirin, ji ber ev roj di aliyê hişmendî de guhertinên gelek mezin da avakirin.”

‘Çavê gelê me li PJAK’ê ye’

Peyman Viyan di nav axaftina xwe de balkişand şerê Îsraîl, DYA û Îranê jî û got ku şerê îro li welat rû dide encama polîtîkayên qirker ya rejîma Îranê ye û wiha got: ”Herî zêde gelê Kurd rastî qirkirin û çewisandina rejîma Îranê hat, lê em dibînin ku herî zêde gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe birêxistin dike. Ji ber vê yekê di nav vî şerî de statûya gelê xwe diyarkirin ji bo me xala esasî ye. Hêza me amade ye, gelê xwe biparêze, birêxistin bike û bike xwedî îrade. Çavê gelê me li PJAK’ê ye, ji ber PJAK partiya gel e, di nav gel de mezin bû.”

Piştî axaftina Peyman Viyan gerîlayan bi coşek mezin bernameya xwe berdewam kirin. Di şahiyê de gruba koroyê derket ser dikê û stranên xwe gotin. Her wiha piştî koroyê gruba folklorê ku dîlanên gelerî amade kiribûn, pêşkeşî temaşevan kirin.

Şahî bi dirûşmeyên “Rojbûna Te Pîroz  Be Ey Serok Apo, “Bijî Serok Apo” , Bê Serok Jiyan nabe” û gerandina govendê bi dawî bû.

Endama Dîplomasiya KJAR’ê Jiyan Hewreman û gerîlayên HPJ’ê ku tevlî şahiyê bibûn, ji ajansa me re axivîn.

‘Divê hemû jinên Îranê li derdora şoreşa Jin, Jiyan, Azadî kom bibin’

Jiyan Hewreman di destpêkê de vê rojê li hemû gelên azadîxwaz pîroz kir û hestên xwe wiha anî ziman: “Vê rojê li hemû gelên azadîxwaz û damezrînerê felsefeya civaka aşitî û civaka demokratîk Rêber Apo pîroz dikim. Di heman demê de îro salvegera avabûna PJAK’ê e, ez vê rojê jî li hemû gelên ku ji bo civakek demokratîk û aşitî tekoşîn dikin pîroz dikim. Bê guman ev roj ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, jidayîkbûna hemû jinan û mirovahiyê ye jî. Ev roj ji bo kesên ku tekoşîn dikin ji bo civakek demokratîk bedêl didin, wateyek xwe heye.” Jiyan Hewreman balkişand şoreşa Jin, Jiyan Azadî jî û destnîşan kir ku ev demek dirêj e bi pêşengtiya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” têdikoşin û wiha pê de çû: “Di şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de jinan bedêlên pir giran dan, lê gav paş de neavêtin. Hêviya me ew e ku ev jidayîkbûn bibe sedema aşitî û civakek demokratîk. Ji ber ku êşa me hemûyan yek e, li Îranê jinek êş bikşîne bandora xwe li jinên rojhilatê Kurdistanê jî dike. Divê hemû jinên Îranê li derdora şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” kom bibin û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Pirsgirêkên me yek in, dê çareseriyên me jî yek bin. Ev felsefeya ku hemû jinan li derdora xwe kom dike ne tenê ji bo jinan ji bo hemû mirovan e. Ji ber vê yekê erka ku dikeve ser milê me li her qadê divê em xebatên xwe xurt bikin. Ji bo Îranek demokratîk xwedî rol û bi bandor bin.”

PJAK li dijî qirkirin  û zextê bû dengê hemû jinên Îranê’

Gerîlaya jin Edessa Întîkam jî bi boneya vê rojê anî ziman ku rojbûna Abdullah Ocalan ne tenê bûyerek fîzîkî ye û destnîşan kir ku  zayîna gelê Kurd, jin û hemû gelê bindestan e û axaftinê xwe wiha domand: “Di serî de rojbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK’ê li tevahiya gelê Kurd, hevalan û gelê ku ji bo azadî û sosyalîzmê û demokrasiyê dilê wan lê dide, pîroz dikim. Rojbûna Rêber Apo ne tenê rojbûnek fîzîkî ye. Rojbûna gelê Kurd, jin û gelê bindest e. PJAK di demek ku gelê Rohjilatê Kurdistan û Îranê di bin zextek pir giran de derbas dibû hat damezrandin û bû dengê gelê Îranê. Partiya me PJAK 22 sal pêy xwe hişt. Di nav van salan de tekoşînek pir mezin hat dayîn û ev tekoşîn heta roja me îro bi îdayek pir xurt berdewam dike. Di heman demê de PJAK li dijî qirkirin  û zextê bû dengê hemû jinên Îranê. Her wiha bû dengê gelê Rojhilatê Kurdistanê. Me di tekoşîna xwe de pêvajoyek herî xurt daye. Bi taybetî dîtin û bihîstina dengê Rêber Apo hişt ku em hîn zêdetir tekoşîna xwe bilind bikin. Herî dawî ez dikarim bêjim ku wek hêza parastina jinê, heya ku jinek di bin zextê de be dê tekoşîn û berxwedana me bidome.”

‘Divê hemû gelê Îranê li PJAK’ê xwedî derkeve’

Gerîla Delîla Rojhilat bi heman awayî rojbûna Rêberê Gelê Kurd û damezrandina PJAK’ê li gelê Kurd û hemû mirovên azadîxwaz pîroz kir û wiha axivî: “Îro Rojbûna Rêber Apo ye, di heman demê rojbûna hemû gelê Kurd û gelê azadîxwaz e. Em wek gerîlayên jin vê rojê bi wî awayî pênase dikin. Her wiha ev roj wek rihê xwezayê jî dikarin pênase bikin. Ji ber ku di vê mehê de xweza jî xwe ji nûve ava dike. Rêber Apo ji zarokatî heya îro bi xwezayê re di nav hevsengiyek de ye, bi jinê re rêhevaltî kir. Ez rojbûna Rêber Apo wek keseyatek nagrim dest, ev roj di heman demê de rojbûna hemû jinên bindest e. Ji ber ku di felsefeya Rêber Apo de azadî û îradeya jinê dîtin mijarek sereke ye. Bi naskirina vê felsefeyê re jiyanek nû hat avakirin. Wek jin me bi rojbûna Rêber Apo re xwe nas kiri. Roja 4’ê Nîsanê di heman demê de damezrandina PJAK’ê ye jî. PJAK ne tenê ji bo Gelê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo hemû gelê Îranê têdikoşe.” Delîla Rojhilat herî dawî bang li hemû gelên Îranê kir ku xwedî li PJAK’ê derkevin û gotinên xwe wiha xelas kir: “Divê hemû gelê ku di bin zexta dewleta Îranê de dimîne, xwedî li PJAK’ê derkeve. PJAK amade ye ku ji bo hemû gelê Îranê fedakarî bike.”