Li çiyayê Şengalê kaniyên zuhabûyî der bûn
Bi hatina biharê û barana zêde ya îsal re kaniyên ku li quntarên çiyayê Şengalê li ber quba Pîrê Ewra ji ber hişkesaliyê zuha bûbûn der bûn.
RONAHÎ ZERDEŞT
Şengal –Li ser her erdnîgarî û herêmên çiyayî, demsala biharê bi rengîniya xwe ya xwezayê xweşikbûna xwe, diyarî mirovên xwe dike. Çiyayê Şengalê jî yek ji wan waran e, para xwe ji rengîniya biharê digre. Meha Adarê jî mizgîniya bihareke rengîn bi xêr û bereket daye Êzidxanê.
Li Şengalê îsal zivistan pir dijwar derbas bû. Piştî bi salan di zivistanê de çend caran berf barî. Ev di heman demê de nîşaneya wê ye ku wê îsal bihar bi barîna baranê re derbas bibe. Bi ketina meha Adarê re, hema bibêje baran qet nesekiniye. Em ketin biharê lê hê jî li her devera Şengalê, hewaya zivistanê tê hîskirin.
Piştî çend salan careke din kaniyên li Şengalê der bûn…
Di çend salên dawî de ji ber hişkesalî û germahiya zêde ya demsalê di van salên dawî de li Şengalê bi dehan kanî zuha bûbûn. Li gorî ku şêniyên wê derê behs dike, ew kaniyên ku zuha bûne di demên berê de, têra gundan dikir. Lê bi demê re ew kanî çikiyan û tenê şopên wan di roja îro de mane.
Kaniya Tawus û Kaniya Leyla Mecnûn ên ku li ber Quba Pîrê Ewran bûn jî çend sal in çikiyabûn. Piştî bi salan ew kanî tijî av bûne û diherikin. Xelkê Êzidî bi kêxweşî jî ziyareta wan kaniyan dike. Quba Pîrê Ewra, li Bakurê Çiyayê Şengalê dikeve. Her cih û warê Êzidxanê xwedî çîrok û serpêhatiyek e. Kaniya Tawus tê gotin ku ji ber teyrê tawus jê avê vexwariyê navê kaniyê bûye Kaniya Tawus. Kaniya Leyla Mecnûn jî navê xwe ji şikeftek li jora kaniyê girtiye. Ew cih jî ji aliyê Êzidiyan ve weke cihê Leyla û Mecnun tê binavkirin.