Li Cezayîrê qetlîamên li dijî jin û zarokên keç zêde dibe

Li Cezayîrê qetlîamên jin û zarokên keç ên di nava malê de tên jiyîn, raya giştî dihêjine. Dozên dawî, nebûna mekanîzmayên parastina hiqûqî û berpirsyariya siyasî ya di rewakirina tundiya nava malê de ji nû ve anî rojevê.

Navenda Nûçeyan- Di salên dawî de, di sûcên qetilkirina jin û zarokên keç a di nav malê de zêdebûnek bi fikar çêdibe. Ev bûyer, qelsbûnên cidî yên di mekanîzmayên parastina hiqûqî û civakî de radixe ber çavan.
Ji Asma Umayma ya li parêzgeha Şelfê ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin bigre heta gelek jin û zarokên di heman şert û mercên de mirine, nebûna mudaxeleya bi bandor eşkere dike û daxwaza edaletê veguherîne mijarek neteweyî ya lezgîn.

Li dijî jin û zarokên keç qetlîamên di nava malê de hate jiyîn; dema ku tundiya nava malê dibe, ewlehî û parastina hiqûqî kêm maye. Bûyera dawî du roj berê qewimî û bûyera din jî di meha Çileyê de li şaredariya Sidi Akkaşe ya parêzgeha Şelfê qewimî. Asma Umeyme ya 15 salî, tevî ku ji ber gefan gilî kiribû jî, ji aliyê bavê xwe yê beriya niha ji ber tundiyê hatibû cezakirin ve, hate qetilkirin.

'Sersariyek eşkere ye'

Hate destnîşankirin ku bûyer xelekekî zincîra tundiya nava malê bûye. Mudaxele piştî mirina zarokê çêbû. Partiya Karker, balkişand ser pirsgirêkên avahîsaziyê yên di Qanûna Malbatê ya Cezayîrê de û ji bo parastina jin û zarokan banga nîqaşek neteweyî kir.

Yekîtiya Ji bo Çand û Demokrasiyê (RCD) jî, destnîşan kir ku tevî gilîkirina xeteriyê jî vegera zarokê ya cem bavê wê têkçûnek saziyî ye û diyar kir ku cezakirina tenê dema pêkanîna sûcek, têr nake.

Înîsiyatîfa "TBD" jî, banga destpêkirina kampanyayek neteweyî ya bi dûrişmeya "Qetlîamên li dijî jinan rawestînin" kir. TBD’ê, diyar kir ku zarok gelek caran hewl daye bireve û daxwaza parastinê kiriye, lê bi darê zorê vegerandina wê ya malê, bûye sedema qetilkirina wê.

Herî kêm 390 jin hatin qetilkirin

Daneyên fermi, eşkere dikin ku li Cezayîrê tundiya navmalê diyardeyek domdar e. Ji sala 2018’an û vir ve zêdetirî 390 cînayet hatin tomarkirin. Ji sedî 37’ê vana ji aliyê endamên malbatê ve hatine kirin. Piraniya zarokên temenê wan di bin 18 salî de, ji aliyê bavên xwe ve hatine qetilkirin.

Ev dane, nîşan didin ku tundiya nav malê nikare mîna "trajediyek nava malê” bê paşguhkirin û divê beriya mirinên nû çêbibin, di qanûn û mekanîzmayên parastinê de reformên radîkal bên kirin.