Li Cezayîrê pêşniyara hukûmetê bû sedema nîqaşan

Pêşniyara guhertina qanûna hilbijartinan li Cezayîrê ya ku tê de dibêje temsîla jinan di lîsteyên hilbijartinê de ji %50 ku ji sala 2021’ê ve tê bikaranîn, bibe siyemîn bû sedema nîqaşan.

Navenda nûçeyan – Di demeke ku jinên Cezayîrê dixwazin amadebûna xwe di jiyana siyasî de zêde bikin û beşdariya xwe di nava dezgehên hilbijartî de bihêztir û firehtir bikin, pêşniyara guhertina qanûna hilbijartinan bi awayekî giştî li dijî van hêviyan derket, ji ber ku temsîla jinan kêm kir.

‘Rêjeya temsîla jinan di lîsteya hibijartinê de kêm e’

Pêşniyara guhertina qanûna hilbijartinan ku di demên nêz de li parlamentoya Cezayîrê hat pêşkêşkirin, bû sedema nakokiyên mezin û guftûgoyên berfireh. Ji ber ku tê de hatibû pêşniyarkirin ku ‘rêjeya temsîla jinan di lîsteyên hilbijartinê de kêm bibe.’ Ji aliyê hinek kesan ve ev yek weke paşveçûna ji destkeftiyên siyasî yên ku jinan di salên borî de bi dest xistine hat dîtin.

Li gorî agahiyên ku medyayê, guhertina nû pêşniyar dike ku temsîla jinan kêmtir bibe li şûna pergala nîv bi nîv ku di Kanûna 2021’an de li ser dihat karkirin.

Ev Pêşniyara nû di rêza lîsteyên hilbijartinê de rehetiyeke mezin dide partiyên siyasî, li gel kêmkirina hejmara îmzeyên ku ji bo namzediyê tên xwestin her wiha zêdekirina hejmara namzedan di her lîsteyê de ji hejmara kursiyên taybet ên her daîreya hilbijartinê zêdetir dibe.

‘Zêdekirina pêşbirka di nava lîsteyan de’

Duh roja 17’ê Adarê dema ku hukûmetê pêşniyara qanûnê li parlamentoyê da ji bo nîqaşkirina wan qanûnan ev guhertin hatin ragihandin. Di gava ku got armanca wê ‘başkirina karîgeriya pêvajoya hilbijartinê’ û ‘zêdekirina pêşbirka di nav lîsteyan de’ ye hat.

Lê belê pêşniyara têkildarî temsîla jinan nakokiyên cuda derxistin holê. Rêxistinên jinan û hinek parlamenterên berê ev weke ‘paşveçûna ji prensîba beşdariya siyasî ya hevsengî’ dîtin lê alîgirên vê guhertinê dibêjin ku ‘nîv e nîv di rastiyê encam nedaye’ û amaj bi wê dikin ku di hilbijartinên dawî de, tevî şertê nîv e nîv di lîsteyan de, hejmara jinên hatine hilbijartin kêm bû.

‘Bendewariyên guhertinê’

Beriya ku ev pêşniyar di erêkirinê re derbas bibe tê hêvîkirin ku parlamento nîqaşeke berfireh li ser bike, ji ber zexta siyasî û civakî dibe ku ev dosya bi guhertinên din re rû bi rû bimîne. Her wiha bendewarî hene ku hukûmet paşê agahiyên zêdetir li ser mekanîzmayên sepandina rêjeyên nû ragihîne ger ev pêşniyar bi fermî were qebûlkirin.