Li Cezayîrê pêşangeha hunerê ya hemdem hate li dar xistin

Pêşangeha Hunerê ya Hemdem a li Cezayîrê hate lidarxistin, balêdikşîne li ser nîqaşên têkildarî dîtbarîbûna hunermendên jin, bazara hunerî ya domdar û temsîliyeta hunerî ya jinan.

NECVA RAHİM 

Cezayîr – 2’emîn Pêşangeha Hunerên Hemdem a li paytexta Cezayîrê hate lidarxistin, tenê ji qadekî pêşangehê wêdetir, veguherî platformek rexnegir ku nûnertî û rola jinan a di qada hunerî ya Cezayîrê de nîqaş dike. Beşdaran, balkişandin li ser girîngiya hebûna jinan di hunerê de ne tenê mîna temayek, mîna kirdeyek dîtbarî û rewşenbîrî.

Çalakiya ku li navenda Yekîtiya Ewropayê bi hevkariya Djazair Culture hate lidarxistin, piştî pêşangeh û nîqaşên du rojan bi dawî bû. Di çalakiya ku 27 hunermend ji beşên cûda beşdar bûn de, hebûna xurt a hunermendên jin balkişand.

Beşdaran, diyar kirin ku ji bo pêşxistina qada hunera hemdem pêdivî bi avakirina bazarek hunerî ya domdar, piştgirîkirina hunermendên ciwan û xurtkirina gihîştina hunermendên jin a ji bo qadên pêşangehê û temaşevanan heye.

Ji bo hunermendên ciwan banga diyalog û piştgiriyê

organîzatora pêşangehê û Dîrektora Djazaîr Culture Baya Ben Amman, diyar kir ku çalakî armanc dike li hev civandina hunermendên ji nifşên cûda, qadekî hemdem a diyalogê biafirîne. Baya Ben Amman, destnîşan kir dîsîplînên cûrbecûr ên mîna wêne, peyker, tablo, gravur û kolajê hatine cem hev û diyar kir beşdariya wekhev a jinan a ji bo pêşangeh, rexne û pêvajoyên biryargirtinê, di navenda nîqaşên di qada hunerê de cihdigre.

Dengê jinan di navenda hunerê de ye

Hunermend Cuheyda Havadif a beşdarî pêşangehê bû, berhemên ku dîroka Cezayîrê bi rêya hunerê belge dikirin pêşkêş kir. Dema ku rêzefîlma wê ya "Bêhnên Bajar" jiyana rojane bi vegotinek razber digre dest, berhema wê ya "Tabloyên li ser Peravê" balêkişand li ser çîrokên jinên ji nifşên cûda.

Hunermend Maya Ben Şêx el-Fakun jî, bi berhemên xwe yên îmgeya jinê ji nû ve ava dikirin re balkişand. Berhemên wê yên  "Pencere ya ji xwe re vedibe” û "Xeyaletên Çîrokê", cihêrengiya nasnameyên jinên Cezayîrî bi zimanek dîtbarî ya hemdem girt dest. Ben Şêx el-Fakun, balkişand ser pirsgirêkên der barê domdariya bazara hunerê û xuyabûna hunermendên jin de û li ser pêşeroja hunera hemdem nîqaşek da destpêkirin.

Hunermend Mehdiye Hidir jî, di berhemên xwe yên ku rengên xurt û teknîkên cihêreng bikaranî de, balkişand ser tecrûbeyên derûnî û civakî yên jinan.

Pêşangeh, mîna hevdîtinek girîng ku ji bo ji nû ve naskirina rola jinan a di dîka hunerê ya Cezayîrê de tevkariyê dike, hate nirxandin.