Li Cezayîrê pêşangeha ‘Çanda min Nasnameya min e’
Li Cezayîrê pêşangeha hunerî ya hevpar “Çanda min Nasnameya min e” hat vekirin. Pêşangeh berhemên du hunermendan dighîne hev û balê dikşîne ser parastin û naskirina mîrateya çandî ya Cezayîrê.
Cezayîr – Pêşangeha hunerî ya hevpar a bi navê “Çanda min Nasnameya min e” li qesra El-Hisn 23 a li paytext Cezayîrê tê lidarxistin û dê heta 27’ê Hezîranê berdewam bike. Ev pêşangeh derfetek dîtbarî pêşkêş dike ku tê de dewlemendiya şaristanî û çandî ya herhemên cuda yên Cezayîrê bi rêya hunera nûjen û kelûpelên resen ên nav tabloyan tê nîşandan.
Ev xebat berhema projeya “dualiya reng” e ku tê de hunermend Seîde Boskîne û Aliya Adday hevkariyê dikin da ku bîra çandî biparêzin.
Belgekirina mîrateyê ya bi pênûseke nûjen
Hunermenda cezayîrî Seîde Boskîne, mezûna Dibistana Neteweyî ya Hunerên Bedew e. Seîde, piştrast kir ku ev hevkarî du dîtinên hunerî yên cuda yên ku di evîna nasnameyê de dighînin hev, nîşan dide. Her wiha Seîde anî ziman ku ew di tabloyên xwe de tenê bi cilên gelerî sînordar namîne; ew cih dide pîşesaziyên destan ên mîna kûpên ji heriyê (gofal), qumaş, xalîçe û mîrateyên din.
Seîde wek şêwazekî taybet, kelûmelên resen ên mîna perçeyên qumaş û zêrên kevnar dike nav tabloyên xwe û teknîka “Relief” bi kar tîne da ku dîtbarî rasteqînertir xuya bike.
Jina El-Taraqî û cilên Telimsenî
Di nav berhemên Seîde de, bi riya tabloyeke xwe balê dikşîne ser jineke ji eşîra El-Taraqî ku amûra muzîkê ya gelerî “Imzad” (amûreke ku tenê jin lê didin) di destê wê de ye. Her wiha wê cih daye bedewiya cilên herêma Telimsenê ya li rojavayê Cezayîrê û hûrgiliyên zêr û mirvariyên jinan.
Di tabloyeke din de, xebateke li ser kevneşopiya kevn a jinan a bi navê “El-Qerdon” (ku ji bo nermkirina por dihat bikaranîn) amade kiriye da ku bîra gelêrî ya Cezayîrê zindî bihêle. Seîde Boskîne diyar dike ku Cezayir ji ber firehî û pirçandiya xwe mîna parzemînekê ye û armanca wê nîşandana vê dewlemendiyê ye.
Pira hunerî ya di navbera Rojhilat û Rojavayê Erebî de
Hunermend û pîşesaza sûrî Aliya Adday (ku dayika wê cezayîrî ye û yek ji mucahîdên şoreşê bû) diyar kir ku berhemên wê ji danûstandina çandî ya navbera Rojhilat û Rojavayê cîhana Erebî bandor girtine.
Tabloya wê ya yekem a bi navê “Cezayîr”, cilên herêmên cuda mîna “El-Cebba El-Qestentîniye”, “Karakou ya Paytextê” û “El-Cebba El-Beîliye” dighîne hev. Aliya Adday di paşperdeya tabloyên xwe de nexşên endezyarî yên îslamî bi kar tîne.
Her wiha Aliya da xuyakirin ku nexşandin (zaxrefa) bingeha karê wê ye û ew giranî dide hûrgiliyên cil, zêr û avahiyan. Ew rengên zindî yên mîna sor, pûrteqalî û kesk bi kar tîne. Aliya, da zanîn ku “El-Cebba El-Qestentîniye” ji ber hûrgiliyên xwe yên dewlemend pir bala wê dikişîne. Aliya got ku, ji ber wê di tabloyekê de jineke ji Qestentînê li pêşberî deriyekî ji mîrateya Telimsenê xêz kiriye, da ku yekîtiya çandî ya Cezayîrê nîşan bide.
Tabloya hevpar: Pîrozkirina yekîtiya çandî
Di pêşangehê de tabloyeke hevpar a ku her du hunermendan bi hevkariya hunermend Emîne Husseyîn çêkirine jî heye. Di vê tabloyê de “Şanoya Mohiye El-Dîn Boştarzî” ku yek ji girîngtirîn şûnwarên çandî yên Cezayîrê ye, hatiye xêzkirin. Tablo, bi rêya nîşandana reqsên hunerî yên mîna Sebeeba ya El-Taraqiyan, dansên jinên paytextê û şêwazên muzîka Hawzî û Malof, mozaîka çandî û hunerî ya Cezayîrê bi yekcarî nîşan dide.