Li Cezayirê jin li ser dîroka xwe dinivsînin

Fawziya Bouganjour û Souad Zerkouk, bi projeya xwe ya lêkolînê li ser pêşketina romana jinên Cezayîrê; têkiliyên dîrokî, meylên rexneyî û curebûna zimanî lêkolîn dike.

RABÎA XERÎS

Cezayîr – Li Cezayîrê du lêkolînerên Cezayîrî yên li Navenda Lêkolînên Teknîk Civakî û Zanistî û Antropolojiya Çandî peywirdar in, li ser romana jinan a li Cezayîrê xebateke bi îdia dimeşînin. Ev proje, di dîroka wêjeya Cezayîrê de yekem e û armanc jê ew e ku bibliyografyaya romanûsiya jinên Cezayîrê pêşkêş bike.

Lêkolîner Fawzia Bouganjour Souad Zerkouk, behsa pêvajoya pêşketina romana jinên Cezayîrê, têkiliyên dîrokî yên vê pêvajoyê, zoriyên çandî û rexneyî yên li pêş û dînamekên ku li Cezayîrê bandorê li ser berhemdariya edebiyata jinan dikin kirin.

Têkiliya dîrokî

Lêkolîner Fawzia Bouganjour, dema ku behsa hûrgiliyên projeyê kir van agahiyan da: “Niha li ser romana jinên Cezayîrê, ez lêkolîneke berfireh dikim. Bi vê lêkolînê armanc ew e ku hemû romanên jinên Cezayîrê yên bi Erebî Amazigh (Berberî), Fransizî û heta bi Înglîzî hatine nivîsandin bigre nava xwe û bîbliyografyayayek berfireh ava bike.

Projeyê di Hezîrana 2023’yan de dest pê kir û ji aliyê Navenda Zanistî ya Civakî û Antropolojiya Çandî ve hat erêkirin. Di koma xebatê de lêkolînerên pispor ên bi zimanê Erebî, Amazigh û Fransizî xebatan dikin cih digrin.”

Bi projeyê dê ji bo lêkolîner, romanûsan, çavkaniyeke fermî ya sernavên romanên jinan, dîrokên çap û weşanê, hejmarên rûpelên wan û navê nivîskaran ên fermî yan jî lixwekirî pêşkêş bike. Bouganjour, diyar kir ku wê û hevala wê ya ji heman pîşeyê Souad Zerkouk ji lêkolînên qadê sûdê girtine û wiha got: “Ji yekem romana jinan heta sala 2024’an, me daneyên hemû berhemên ku hatine weşandin berhev kirin. Em plan dikin ku di vê salê de rapora encama projeye biweşînin. Bi saya vê raporê, em ê bikaribin zoriyên li pêşiya romanûsiya jinan, aliyên asta wan a belavbûn û rexneyî her wiha mekanîzmayên ku li ser pêvajoya hilberînê bandore kirine lêkolîn bikin.”

‘Li Cezayîrê romanûsiya jinan dereng dest pê kir’

Lêkolîner di daneyên destpêkê de gihîştin vê encamê:  Derketina romanên jinan, li gorî yên mêran dereng bûye. Li ser vê mijarê Bouganjour wiha dibêje: “Li Cezayîrê nivîskariya jinan dereng dest pê kir. Hejmara jinên ku hem bi Erebî hem jî bi Fransizî dinivîsînin pir kêm e. Di navbera romanûsên Erebî û Fransizî de cudahiyek diyar heye. Yekem romana ku bi zimanê Amazigh hatiye nivîsandin jî di sala 2010’an de hat weşandin. Romanên ku bi Înglîzî hatine nivîsandin jî pir kêm in lewre ev ziman li vî welatî pir nayê axaftin.”

‘Romana yekem a jinan bi Erebî di sala 1979’an de Zuhur Lounissî nivîsand’

Bouganjour, wêjeya jinên Cezayîrê li gorî nifşan nirxand wiha domand: “Di sala 1960’an de hejmara nivîskarên jin pir kêm bû. Di wê serdemê de gelek berhemên ku hatibûn nivîsandin bi Fransizî bûn lewre ew serdema mêtinkariya Fransiz bû. Romana yekem a jinan bi Erebî di sala 1979’an de ji aliyê Zuhur Lounissî ve hat nivîsandin. Navê wê “Rojnivîsa Mamosteyek Azad” bû. Nivîskar di vê romanê de behsa serdemeke jiyana xwe dike û girêdana wê ya bi têkoşîna şoreşgerî re nîşan dida.”

Serdema romanûsiya jinan dest pê kir

Bouganjour, diyar dike ku ev roman heta sala 1993’an mînakek bi tenê maye û wiha got: “Di sala 1993’yan de romana duyem a heman nivîskarê ‘Lounja û Gulyabanî’ hat weşandin. Vê berhemê, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Ereb ve di nava 100 romanên Ereb de roman sedsala 20’emîn a herî baş hat hilbijartin. Di heman serdemê de romana Ahlam Mosteghanemî ya bi navê Bîra Bedenî’ hat çapkirin. Vê romanê li welatên Ereb û qada navneteweyî deng veda, wergerî gelek zimanan hat kirin û serkeftinek mezin bi dest xist. Di sala 1999’an de jî romana Fadîla El Farouk a bi navê “Mîzacen Keçeke Ciwan” hat çapkirin. Mijara romanê rewşa jinên di civaka Cezayîrê de bû.”

Li gorî daneyan, di navbera salên 2000 û 2022’yan de, ango nêzî 22 salan ji 100’î zêdetir romanên jinan wergerê Erebî hatin kirin. Ev jî ji sedî 90’ê romanên jinan ên ku piştî serxwebûnê heta niha hatine weşandin in.

Bi navê lixwekirî di nivîsandinê de paşketin

Xaleke din a ku balê dikşîne ser vê serdemê jî zêdebûna romanên jinan ên bi Fransizî hatine nivîsandin e.

Bouganjour, vê rewşê bi van mînakan vediêje:
“Assia Djebar a ku bi Fransizî dinivîsîne (navê wê yê rast Fatima Zohra Imalayen) yek ji jinên pêşeng ên romanûs e. Bi heman awayî Malika Mokeddem jî bi Fransizî dinivîsîne. Çalakbûna weşanxaneyên Fransiz û hêsaniya gihîştina wan ji bo xwendevan, di serkeftina nivîskarên jin ên bi Fransizî de roleke diyarker lîstiye. Beramberî vê, nivîskarên jin ên bi Erebî dinivîsînin, astengiyên rêveberiya Fransiz û ji ber kêmbûna weşanxayeneyan zoriyên mezin hatine kişandin.”

‘Hê jî li hinek bajarên muhafezekar jin bi navê lixwekirî dinivîsînin’

Lêkolînera din Souad Zerkouk jî balê dikşîne ser xaleke din û wiha dibêje: “Ji sala 2010’an ve heta niha, nivîskarên jin ên Cezayîrî êdî bi navê xwe yê rastîn dinivîsînin. Plana li pişt vê guherînê çi ye divê were lêkolînkirin.”

Zerkouk,  dibêje ku hê jî li hinek bajarên muhafezekar — mînak li Bordj Bou Arreridj, Celfa, Tiaret, Jijel, Ayn Defla û Biskrayê — nivîsandina bi navê lixwekirî didome lê tiştek din a ku balê dikşîne jî ew e ku li van bajaran hejmara weşanxaneyan zêde bûye û bi xwe re veguherînê aniye.

Ji bo van jinan nivîsandin pîşeyek e yan hobi?’

Mijareke din a nîqaşê jî rewşa civakî çandî ya nivîskarên ji ne. Li ser vê yekê jî vê pirsê dike: “Ji bo van jinan nivîsandin pîşeyek e yan hobî? Her wiha ziman li ser mijarên romanên jinan bandorek çawa çêdike.”

Weke encam vê projeya Fawzia Bouganjour û Souad Zerkouk, weke gaveke zanistî û pêşeng ku veguherînên zimanî û dîrokî yên romana jinên Cezayîrê belge dike  tê nirxandin. Ev xebat ji bo lêkolîner û wêjehezan dê bibe daneyên dewlemend. Armanc ew e ku curebûyîna wêjeya jinan û pêvajoya pêşketinê ya bi têkoşînê dagirtî bide dîtin.