Li Cezayîrê jin li dijî tundiyê dest bi çalakiyan kirin

Jinên Cezayîrî dest bi "Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Bingeha Zayendiya Civakî" kirin.

NECWA REHM

Cezayîr – Jinên Cezayîrî dest bi "Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Bingeha Zayendiya Civakî" kirin. Koordînatora Cezayîrê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Sofia Boulsnam, diyar kir destpêkirina bilez a kampanyaya "çalakiyên 16 Rojî” armanc dike ku bi armanca 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan, bi komên cuda re têkiliyek berfireh ava bike. Sofia Boulsnam, destnîşan kir ku parastina jinan hewceyê hewldanên domdar e.

Çalakiyên destpêkirina kampanyaya "Çalakiyên 16 Rojî” nîşan da ku ciwan û civaka sivîl di têkoşîna afirandina civakek hêj zêdetir dadmendtir û azadtir a ji bo jinan de hêzek girîng e. Ofîsa Cezayîrê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, destpêkirina kampanyayê di 21’ê Mijdarê de da destpêkirin. Armanc, nîqaşa li ser rastiya tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî domandine û balêdikşandina li ser rola ciwanan a di vê têkoşînê de ye.

Çalakiyan, bi performans û projeyên hişyarkirinê re dest pê kir. Ji bo beşdaran bernameyên cûrbecûr hatin amadekirin û bingeha çalakiyên ku dê di tevahiya pêvajoya kampanyayê de bidome, hat avakirin. Di sehneya înteraktîf a navê Şanoya Forûmê hate dayîn de, beşdaran pirsên hesas ên li ser tundiya mêran nîqaş kirin û bêdengiyê şikest. Her wiha beşdaran bi lîstoka bi navê “Break the Code” kokên tundiya li ser bingeha zayendî ya civakê analîz kirin.

Sofia Boulsnam, da zanîn ev çalakî qonaxa ewil a bernameya dijî derketin û hişyarkirinê ya 16 rojî ye û balkişand li ser têkoşîna yekgirtî ya salan a rêxistinê ya ji bo pêşxistina mafên jinê.

Sofia Boulsnam, qala perwerdehiya ciwanan a der barê mafên jinê de kir û diyar kir tê armanc dikin ku bi rêya bikaranîna amûrên medyayê bigihîje girseyek mezintir.

Armanca bi lez destpêkirina kampanyayê ya îsal ew e ku bi komên cuda re zêdetir têkilî daynin û ji ber hejmara zêde ya jinên di bin xeteriyê de piştgirî û hişyariyê zêde bikin. Sofia Boulsnam, destnîşan kir ku kampanya ji bo bilindkirina hişmendiya raya giştî û xurtkirina hevgirtinê bi civaka sivîl re derfetek mezin e.

Çalakiya şevê, balkişand li ser girîngiya hevgirtina kolektîf û hunerê di afirandina nîqaşê de. Her wiha pêbaweriya ji bo parastina mafên jinê hate nûjen kirin.