Li Cezayîrê jin hêrsa bêdeng vediguherînin dîmenan
Li Cezayîrê jin bi riya bernameya "Rana Em Li Vir in", tecrûbeyên kesane vediguherînin belgefîlmên ku mijarên qanûna malbatê û tundiyê dinirxînin.
NECWA RAHÊM
Cezayîr- Gotina "40 Sal Bes e" ne tenê dirûşmeyek protestoyê ye; kurteya li bendêmayîn, pirsên paşxistî û mafên netemam ên 14 salên di bin siya Qanûna Malbatê de ye jî. Bernameya "Rana Em Li Vir in", mîna înîsiyatîfek jinê ku xwest bi vê hişmendiyê re hêrsa bêdeng veguherîne dîmenan, bêdengiyê veguherîne deng û tecrûbeya kesane derket holê. Lê ne tenê sembolîk, veguherîne naveroka hişmend ku daxwaza wekheviya rast dike jî.
Bernameya ‘Rana Em Li Vir in’
Seroka rojnameya jinê û rêvebera bernameya "Rana Em Li Vir in" Amal Hajjaj, da zanîn ku çapa duyemîn ne dubareyê ya ewil e, berdewamiya wê ya rexneyî ye. Amal Hajjaj, wiha axivî: “Bi şert û mercên nû re pêvajoya serlêdanê ji nû ve hate vekirin, bi beşdariya çalakvanên jin a ji komeleyên cûda re di aliyê tecrûbe, rewşenbîrî û cûrbecûrbûna meydanê de dewlemend bû. Di pêvajoya çavdêrî û hevrêzkirinê de, kêmasiyên berê hatin çareserkirin. Bêtir girîngî ji bo kalîteya perwerdehiyê, kalîteya atolyeyan û avabûna fikir bigre heta pêkanînê, ji rêveberiyê bigre heta encamên hêvîkirî yên vê pêvajoya dirêj, hat dayîn.
Asoyên beşdaran berfireh bûn
Di bernameya perwerdehiyê ya salek bi rêkûpêk û bênavber de, ji parêzgehên cuda 14 beşdaran perwerdeyek berfireh girtin. Bernamê deng, wêne, nivîsandin, montaj û çêkirina belgefîlmên kurt anî gel hev. Komxebat, ne tenê teknîkî bûn, veguherîn qadên nîqaşê yên vekirî yên bi karekterek afirîner a sereke. Ezmûn, pirs û cûdahî di van qadan de li hev ketin. Bi rêya nîşandana belgefîlman û xebatên berê, asoyên beşdaran derbarê cûrbecûr hilberîna naverokê de berfireh bûn û hatin teşwîqkirin ku ramanên xwe zelal bikin û perspektîfên ku wan îfade dikin bipêş bixin.
Mijarên ji tecrubeyên jiyana jinan derketine holê
Li ser bingeha van nîqaşan, rêveberên bernameyê prensîbek bingehîn pejirandin. Ev yek jî ‘Azadiya îfade û hilbijartinê’ bû. Mijarek bi taybetî nehat ferzkirin û beşdaran bi zorê aresteyî nêrînek taybet nekirin. Lewma, piraniya xebatê bi awayekî xweber li ser mijarên tundî, nefaqa, zehmetiyên dayîkan a di wergirtina pasaportan de, cudakarî û newekhevî yên Qanûna Malbatê bû. Ev mijar, ji tecrûbeyên jiyana jinan derketin holê û îro mîna projeyên belgefîlmên kurt di qonaxa jiyanîkirinê de ye.
Bi podcastan hemû şêwazên tundiyê nirxandin
Bijartina dirûşmeya "40 Sal Bes e" ne tesadufî bû. Bijartinek bi zanebûn a jinan bû ku piştî 40 sal di ser pêkanîna Qanûna Malbatê re derbas bû, armanc dikir ku nîqaşê li dora metnek ku bandorê li jiyana jinan dike ji nû ve veke. Wekî ku rêveberên bernameyê jî destnîşan kirin armanc, nerazîbûna bi reformên rûkalî ye. Her wiha, ji nû ve nirxandina bendên bingehîn ên ku dê wekhevî û edaleta rastîn mîsoger bikin bû.
Bernamê, di çarçoveya Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, rêze podcasta xwe ya yekem weşand. Di van beşan de hemû şêwazên tundiyê yên mîna tundiya aborî, derûnî, civakî û nav malê hatin nirxandin. Armanc ne çêkirina naveroka taybet a ji bo hinek serdeman bû, şikandina mantiqa demsalî bû ku êşa jinan vediguherîne materyalek demkî û xerckirî. Wekî ku ev beş nîşan didin, tundî ne tenê bûyerek îstîsnaî ye, her wiha perçeyek rastiya rojane ye ku nayê paşguhkirin an jî paşxistin.
Xebatên ji baweriya jinan ava dibin
Cewhera "Rana Em Li Vir in" di guhertina vegotinê de ye. Şikandina hêmayên qalib girtî û lêpirsînkirina hinek pratîkên medyayê yên ku pirsgirêkên jinan vediguherînin şahidiyên tenê di dema kampanyayên salane de tên bikaranîn jî heye. Tiştê ku bername pêşkêş dike, xebateke ku ji baweriya jinê çêdibe û hilberandin û birêvebirin ji aliyê jinên aktîvîst ve tê kirin. Van jinan xwestine ku çîrokên xwe bi dengê xwe vebêjin, tecrûbeyên jinên ku di nava tundî, cudakarî û dûrxistinê de jiyane, parve bikin.
Weşandina hinek ji van berheman a di dema pêvajoya perwerdehiyê de, têkiliyek berbiçav afirand. Jinên din, bi xwesteka parvekirina tecrûbeyên xwe bi rojnameyê an jî aktîvîstan re têkilî danîn. Ev nîşan dide ku naveroka tê nîqaşkirin cîhek ewle ji bo îfadeyê vedike û hişmendiyek kolektîf li dora pirsgirêkên ku demek dirêj di bêdengiyê de hatine veşartin diafirîne. Temamkirina belgefîlmên din ên ku hewceyê zêdetir dem û hewldanê ne, hîn jî didome.
Têkoşîna jinê ne bi demsalan bi domdariyê tê pîvandin
Her çend îhtîmala çapa sêyemîn ji bo pêşerojê vekirî be jî, ya herî girîng ev e ku studyoya rojnameya jinê niha bûye cîhek daîmî ji bo hilberîn û ji nû ve hilberandina ramanan. Ev studyo, xalek hevdîtinê ye ji bo çîrokên jinan ji qadê cûda ye û bawer dike ku guhertin pêvajoyek berhevkirî ye û têkoşîna jinê ne bi demsalan, bi domdariyê tê pîvandin.
Herî dawî Seroka rojnameya jinê Amal Hajjaj, wiha dibêje: “Tevî van hemû hewldanan û kûrahiya vê rêyê jî, daxwaza jinê zelal û sade ye. Daxwaz di hemû waran de wekheviya rast a di navbera jin û mêran de ye. Ger jin heman bacê bidin û heman barî hilbigrin, xwedîbûna heman mafan jî tiştekî xwezayî ye.”