Li Cezayîrê jin hatin ba hev: Jin rastiyê ji nû ve pênase dike

Beşdarên çalakiya çandî ya li paytexta Cezayîrê hat lidarxistin diyar kirin ku dema jin kamerayê digrin ew ne tenê rastiyê belge dike, ji nû ve pênase dike.

Cezayîr – Piştî serkeftina stasyonên Constantine û Oran, çalakiya çandî "Şeva Ramanan" bi dirûşma "Dengên Jinan" gihîşt Cezayîrê da ku piştrast bike hebûna jinan di hunerê de êdî ne tenê hebûnek sembolîk e lê kiryarek afirîner a hişmend e ku stereotîpên ku demek dirêj dengê wan asê kiriye ji nû ve dinirxîne.

Duh êvarê Enstîtuya Çandî ya Fransî vê çalakiya ku ji hêla derhêner Lîna Swalêm ve hatibû kuratorkirin weke beşek ji hevkariyek jinan ku vîzyon û ezmûnên hevgirtî ji her du aliyên Deryaya Spî anî ba hev, li dar xist. Nîna Xada, Hacer Oslatî û Zelîxa Tahêr jî beşdarî nîqaşê bûn.

Hewldanên çareserkirina pirsgirêkên kolektîf

Bi riya nîşandana kurtefîlman û nîqaşên kûr, beşdaran ne tenê karên xwe pêşkêş kirin, di heman demê de awayên vegotinê yên kevneşopî jî analîz kirin ku jinan paşguh kirine yan jî wan bi rolên pêşwext diyarkirî ve sînordar kirine. Wan sînemayeke alternatîf pêşkêş kirin ku ji ezmûna kesane derdikeve lê berfireh dibe da ku pirsgirêkên kolektîf ên têkildarî nasname, bîr, beden û azadiyê çareser bike.

Jin ne tenê rastiyê belge dike ji nû ve pênase dike

Di vê çarçoveyê de, sînema bûye qadeke bêdeng a berxwedanê; bedena jinan êdî ne objeyeke çavdêriyê ye, subjekteke çalak e ku cîhanê ji perspektîfa xwe vedibêje, şîrove dike û ji nû ve şekil dide. Derhênerên jin tekez kirin ku dema jinek kamerayê digre, ne tenê rastiyê belge dike lê wê ji nû ve pênase dike.

Bi hevgirtina jinan dê astengî bê derbaskirin

Her wiha di nîqaşan de li ser riyên kariyera wan û dijwariyên ku ew di nava pîşesaziya fîlman de hê jî pir caran bi pîvanên mêran ve tê birêvebirin rastî wan tên, hat axaftin. Tevî vê yekê, îradeyeke xurt derket holê ku ne tenê bi riya hilberîna fîlman, di heman demê de bi avakirina torên hevgirtina jinan ku piştgiriya dengên nû dikin, van astengiyan derbas bike.

Hêzdarkirina jinan di hunerê de tenê lukseke çandî nîn e

Girîngiya vê bûyerê di wê rastiyê de ye ku ew ji tenê pêşandana berhemên hunerî wêdetir çû; wê cihekî ji bo diyalog û ji nû ve fikirîna rola jinan di nav û derveyî pîşesaziya fîlman de vekir. Ev bangek eşkere ye ku hêzdarkirina jinan di hunerê de ne lukseke çandî ye lê pêdiviyek bingehîn e ji bo hilberandina vegotinên cihêrengtir û rasttir.