Li Cezayîrê însiyatîfa piştevaniya jinên ciwan û hêzdarkirina wan hat avakirin

Komek jinên ciwan bi munasebeta 8’ê Adarê însiyatîfeke civakî bi armanca piştgiriya jinên ciwan û hişyarkirina li ser mijarên wekheviya zayendî dan destpêkirin.

 

Li Cezayîrê însiyatîfa piştevaniya jinên ciwan û hêzdarkirina wan hat avakirin

Komek jinên ciwan bi munasebeta 8’ê Adarê însiyatîfeke civakî bi armanca piştgiriya jinên ciwan û hişyarkirina li ser mijarên wekheviya zayendî dan destpêkirin.

Cezayîr – Bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî komek jinên ciwan ên Cezayîrê di çarçoveya bernameya (EU Jeel Connect) însiyatîfek civakî di bin dirûşma "Înîsiyatîfa Ragihandin û Rêbertiyê" dan destpêkirin. Armanc  ew e ku piştgiriya jinên ciwan bikin û qadek ji bo nîqaşê li ser wekheviya zayendî û derfetên wekhev vekin. Di heman demê de girîngiya şikandina klîşeyên ku hê jî li ser  rola jinan di civakê de ne û pêşxistina hebûna wan a çalak di warên curbecur de tekez bikin.

Ezmûnên jinan hatin pêşkêşkirin

Çalakî bi hebûna jinên ji paşxane û ezmûnên cuda bû, di nava wan de karsazên jin jî hebûn ku ezmûnên xwe yên pîşeyî û çîrokên serkeftinê pêşkêş kirin. Vê yeke rê da beşdaran ku ezmûnan biguherînin û ji modelên rolên jinan ên îlhambexş ên dikaribûn hebûna xwe di gelek waran de îsbat bikin sûdê bigrin. Van ezmûnan ji bo jinên ciwan çavkaniyek îlhamê bûn, ji ber ku rola jinan a zêde di civakê de û şiyana wan a bidestxistina bandoreke erênî di gelek qadên weke perwerde, endezyarî û karsaziyê de hat destnîşankirin.

Hebûna jinan di qada giştî de hat destnîşankirin

Însiyatîfê pêwistiya zêdekirina hebûna jinan di qada giştî de û piştgirîkirina beşdariya wan di riyên pêşketina civakî û aborî de destnîşan kir. Ji ber ku ew hevkarên bingehîn in di avakirina civakeke dadmend û hevseng de. Beşdaran her wiha girîngiya berdewamiya însyatîfên ciwanan ên ku derî ji bo nîqaş û danûstandina ezmûnan li ser pirsgirêkên jinan vedikin û ji bo xurtkirina çandeke wekhevî û dadweriyê di nava civakê de dixebitin, tekez kirin.

 Însiyatîfê li ser pirsgirêkên jinan û hêzdarkirina jinên ciwan nîqaş kir

Ev însiyatîf pabendbûneke zêde ya ciwanên Cezayîrî ji bo parastina pirsgirêkên jinan û hêzdarkirina jinên ciwan nîşan dide. Bi riya însiyatîfên meydanî yên ku hewl didin hişmendiyê bilind bikin, baweriya bi xwe zêde bikin û jinan teşwîq bikin ku bêyî sînorkirin bikevin warên curbecur. Bi vî rengî beşdarî avakirina civakê dibe ku şiyanên jinan nas dike û derfetên tevahî dide wan ji bo beşdar bibin, bandorê li wan bikin û guhertinê çêbikin.