Li Cezayîrê Çaremîn Foruma Wekheviyê ya Ereban
Li Cezayîrê Foruma Çaremîn a Wekheviyê ya Ereban bi sernavê "Diyalog û Çareseriyan" dest pê kir. Foruma ku ji aliyê ESCWA’ê ve hate organîzekirin, rastî eleqeyek mezin hat.

Cezayîr – Çaremîn Foruma Wekheviya Ereban, di 24’ê Hezîranê de bi mijara "Diyalog û Çareserî" li Cezayîrê dest pê kir. Foruma ku ji aliyê Komîsyona Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Rojavayê Asyayê (ESCWA) ve bi hevkariya Wezareta Hevgirtinê, Malbat û Karûbarên Jinan a Cezayîrê ve hate organîzekirin, ji aliyê wezîr, pispor, rêxistinên civaka sivîl û beşdarên navneteweyî yên ji welatên Ereb ve rastî eleqeyek mezin hat.
Di forumê de bi armanca kêmkirina newekheviyên civakî û aboriyên li herêmên Ereban, mijarên pêşxistina pergalên parastina civakî yên hîn berfirehtir û domdartir hatin dest girtin. Her wiha bi taybetî jî jinan ji bo piştgirîkirina komên hesas ên di sektorên nefermî de dixebitin rêyên çareseriyê hatin nîqaşkirin.
ESCWA: Parastina civakî êdî ne luks e, hewcedariyek e
Sekretera Îcrayê ya ESCWA Rola Dashtî, di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir parastina civakî êdî ne luks e, hewcedariyek aborî ye û ji bo îstîkrara civakî veberhênanek stratejîk e. Dashtî, balkişand ku divê hevpeymanek civakî ya li ser bingeha daneyan, mafan û domdar bê avakirin.
Şopên newekheviyê ya 2024’an hat nîqaşkirin
Di rûniştina yekemîn a forumê de bandora sala 2024’an ya li ser newekheviyên li cîhana Ereban hate nîqaş kir. Rojnamevan Khadîja Benguena, da zanîn ev forum di vê hawîrdora qeyranê de zemîneke girîng a nîqaşê ye. Khadîja Benguena, destnîşan kir ji bo pêkanîna pêşniyarên çareseriyê îradeya siyasî û hevkarî şert e.
Ji bo sektora nefermî banga ewlehiya civakî
Di rûniştina duyemîn de, ji bo kesên di sektora nefermî de dixebitin, mijara parastina civakî derket pêş. Wezîra Geşedana Civakî ya Urdunê Wafaa Banî Mustafa, diyar kir vederkirina vê komê xizaniyê zêdetir dike û got ku divê xebatkar bi polîtîkayên nerm û nûjen di pergalê de cih bigirin.
Wezîra Karûbarên Civakî ya Lubnanê Hanîn El-Sayed jî, balkişand li ser qeyranên aborî yên welatê wê dijî û diyar kir ku ji bo bihêzkirina torên ewlehiya civakî û parastina xebatkarên nefermî hewcedariya lezgîn e.
Ji pisporan hişyariya newekheviya aborî
Di rûniştina seyemîn de pisporên ji welatên cuda axivîn. Pispora NY’ê Atiya Waris, diyar kir ku barê deynê derve fînansekirina xizmetên civakî asteng dike. Her wiha Hanîa Sholkamy a ji Misrê jî da zanîn divê polîtîkayên civakî bi pêşketinên aborî re bên entegre kirin.
Ji Dibistana Aborî ya Londonê Faîza Shaheen, balkişand li ser girîngiya beşdariya civakên herêmî ya di avakirina polîtîkayan de. Pispora Endonezyayî Vîvî Athas jî, da zanîn alîkariya civakî bi tena serê xwe ne têrker e û divê bi polîtîkayên piştgirî re tevbigerin.
Xwedîderketina aborî ya jinan
Di rûniştina dawî ya forumê de Direktora Konseya Jinan a Neteweyî ya Misrê Amal Ammar jî got ku bihêzkirina jinan a di warê aborî de, di têkoşîna wekhevî û xizaniyê de hêmanek sereke ye. Ammar, diyar kir bi bernameya teserûf û krediya dîjîtal a bi navê "Tahwîsha" û projeya "Koçberî" re armanc dikin ku serxwebûna aborî ya jinan zêde bikin.