Li Cenînê koçberiya bi darê zorê û girtinên berdewam
Hêzên Îsraîlê li bajarên cûda yên Filistînê gelek sîvilan girt. Riya hinek malan xirab kir û bi dorpêç û rêgiriyek giran bû sedema kûrbûna krîza mirovî.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250208-20250208-643ec336-7ac0-4af5-b1aa-0fbd50b24e18-16x9-1200x676-png46ac20-image-jpg2f9775-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê êrişên li ser bajarê Cenînê û kampa koçberan du hefte zêdetir e didomîne. Di encama van êrişan de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûn, gelek sîvîl hatin girtin û û mal hatin hilweşandin.
Duh (7’ê Sibatê) hêzên Îranê malê hin niştecihên li Kampa Penaberan a Cenînê teqand. Di heman demê de Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê dorpêç kir û riya sereke ya diçe nexweşxaneyê xirab kir. Ji ber ku hêzên Îsraîlê rê nade tankera avê derbas bibe li nexweşxaneyê pirsgirêkek mezin a avê tê jiyankirin.
Hêzên Îsraîlê yên êriş birin ser bajaroka Burqîn a rojavayê Cenînê sîvîlek li vê derê girtin. Her wiha di êrişa bi ser bajaroka Yamuê de jî sîvîlek din hat girtin. Êrişên li ser bajarê Tulkarimê jî ket roja xwe ya 12’emîn û gel bi gefan neçarî koçberiyê hat hiştin.
Hêzên Îsraîlê bi avêtina ser malên li taxên Azbet El-Tayah û Zenabe ya Tulkarîmê gelek kesan girt. Yek ji kesên hatine girtin beriya bê binçavkirin îşkence lê hat kirin. Tevahiya şevê leşkerên Îsraîlê gule berdan ser malên sîvilan ên li kampa penaberan.
Hêzên Îsraîlê li bajarên Cenîn, Tulkarim û Tamûnê malên sîvîlan diteqînin, binesaziyê hildiweşînin û bi darê zorê gel koçber dikin.